AMED - Roja Jinan û lawaziya bazara cilûbergên kurdî

06-03-2017
RÛDAW
Li Bakurê Kurdistanê jin xwe ji cejnên 8ê Adarê û Newrozê re amade dikin, lê belê îsal bazara cilûbergên kurdî lawaz e.
Li Bakurê Kurdistanê jin xwe ji cejnên 8ê Adarê û Newrozê re amade dikin, lê belê îsal bazara cilûbergên kurdî lawaz e.
Nîşan Bakurê Kurdistanê Amed Roja Cîhanî ya Jinan 8ê Adarê Cilûbergên kurdî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Jinên Amedî jî xwe ji pîrozbahiyên 8ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan re amade dikin. Îsal ji ber rewşa awarte Parêzgariya Amedê rê nade xwepêşandan û çalakiyan, lê belê Desteya Amadekar a 8ê Adarê dê li Qada Îstasyonê pîrozbahiyên xwe li dar bixin. HDP DBP û rêxistinên din ji bo wê rojê jî amadekariyên xwe dikin.

 

Her sal jinên Kurd bi cilûbergên Kurdî 8ê Adarê pîroz dikirin, lê îsal bazara cilûbergan kiz û lawaz e. Yan jinên Kurd cilûbergên xwe yên berê li xwe dikin, yan bi cilûbergên Kurdî beşdar nabin, yan jî dê beşdariya pîrozbahiyan kêm be.

 

Salên berê di meha Adarê de beriya 8ê Adarê, ku bi Roja Cihanî ya Jinan tê naskirin û herwiha roja 21ê Adarê Cejna Newrozê bazara cilûbergên Kurdî germ dibû. Lê belê îsal firoşgehên cilûbergên Kurdî rojane hebek cilûbergê Kurdî jî nafiroşin.

 

Şîn û şahiyên mezin ên Kurdistanê bi piranî di meha Adarê de ne. Lewma herî zêde di meha Adarê de cilûbergên Kurdî tên lixwekirin.

 

Li Amedê salên berê bi nêzîkbûna 8ê Adarê Roja Jinên Cihanê û 21ê Adarê Cejna Newrozê re bazara cilûbergên Kurdî geş û germ dibû. Lê belê îsal bazara cilûbergên netewî kiz û lawaz e. Her sal muşterî û kirryar ewqas zêdebûn ku vê firoşgehê pêra nedigihand, lê îsal muşterî kêm û degme ne.

 

Xwediyê Firoşgeha Cilên Kurdî li bajarê Amedê Vecdî Kahraman ji Rûdawê re behsa bazara cilûbergên kurdî û pêşwaziya îsal a hevwelatiyan bo cilûbergên kurdî dike.

 

Vecdî Kahraman dibêje: “Di salên 2013, 2014 û 2015an de cilûbergên herêmî pir xweş dihatin firotin. Ji sala 2016an û vir ve cilûbergên Kurdî nayên firotin. Bazar kesat e. Salên berê me pêra nedigihand ku cilûbegên herêmî amade bikin. Cilûberg mîna av diçû. Pêştir me rojane 10-15 heb cilên herêmî difirot, lê niha em rojane yan yek hebek difiroşin yan hîç nafiroşin”.

 

Bazara cilûbergên Kurdî îsal lawaz e, lê belê kelecana jinan a ji bo roja 8ê Adarê ji salên berê ne kêmtir e. Li Amedê pîrozbahiyên 8ê Adarê îsal jî dîsa li Qada Îstasyonê tê lidarxistin. Ji salên berê cûdatir parêzgariyê îcaze nade jin bi xwepêşandan û çalakiyan biherikin qadê. Partiya Herêmên Demokratîk DBP, Partiya Demokratîk a Gelan HDP, Kongreya Civaka Demokratîk KCD û Tevgera Jinên Azad TJAyê amedekariyên pîrozbahiyan dikin.

 

Hevseroka DBPa Amedê Rûken Akça jî derbarê çalakiyên wan ên ji bo Roja Cîhanî ya Jinan de ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Di 1ê mehê de, me çalakî û pîrozbahiyên 8ê Adarê dan destpêkirin. 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî dê li Qada Îstasyonê were pîrozkirin. Bi mîtîngeke bi deng û rengê jinê em dixwazin pîrozbahiyên xwe li dar bixin. Em dixwazin 8ê Adarê bibe sedem û boneya aştî, wekhevî/yeksanî û biratiya gelan û bi taybetî di nava Kurdan de. Em hêvîdar in li her çar beşên Kurdistanê yekîtiya Kurdan were sazkirin”.

 

Roja Cîhanî ya Jinan ji bo her milletekê xwediyê wateyeke cuda ye. Ji bo hinekan 8ê Adarê tê wateya bidestxistina mafên karkerên jin, ji bo hinekan tê wateya yeksaniya mêr û jinan. Ji bo jinên Kurd jî wateya 8ê Adarê bidestxistina mafên wan ên netewî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst