Agirê Newrozê li ser Pira Mala Badê geş bû

2 demjimêr berê
Abdulselam Akinci
Meşa li ser Pira Mala Badê / Wêne: Abdulselam Akinci - Rûdaw
Meşa li ser Pira Mala Badê / Wêne: Abdulselam Akinci - Rûdaw
Nîşan Newroz Amed Farqîn Pira Mala Badê Kurd Kurdistan
A+ A-

Farqîn (Rûdaw) - Tevgera Vejînê ya Kurdistanê îsal ahenga Newrozê li ser Pira Mala Badê ya dîrokî ya li navçeya Farqînê ya Amedê li dar xist.

Endamên tevgerê piştî fitarê bi meşaleyan meşiyan û agirê Newrozê geş kirin.

Tevgera Vejînê bi daxuyaniyekê bangî ciwanan kiribû ku bi alayên rengîn li ser Pira Mala Badê kom bibin û pîrozbahiya Newrozê li dar bixin.

"Paytexta Merwaniyan"

Tevgera Vejînê ya Kurdistanê ku her sal di Newrozê de li cih û warên cuda ahengên cihêreng li dar dixe, îsal ji ber girîngiya wê ya dîrokî Farqîn hilbijart.

Birêvebirê Tevgera Vejînê ya Kurdistanê Ferît Azad ji bo Rûdawê da zanîn ku wan ji ber sembola dewletbûnê ev der hilbijartiye û got:

"Farqîn paytexta dewleta Merwaniyan bû ku ew dewleteke Kurdan bû. Loma jî me xwest ji ber sembola dewletbûnê em Newrozê li vir pîroz bikin."

Welatiyê bi navê Ferhat Kurdistanî jî got, "Bi awayekî ku temsîliyeta miletê Kurd bike, em tenê bi alayên Kurdistanê Newroza xwe li vir pîroz dikin."

Meş û govend

Endamên tevgerê piştî fitarê li ser pira dîrokî kom bûn û bi dehan meşaleyan tariya şevê ronî kirin.

Ciwanan bi diruşm û stranên Kurdî meşiyan û xêrhatina biharê kirin.

Ahenga Tevgera Vejînê piştî meşê, li dora agirê Newrozê bi gerandina govendê bi dawî bû.

"Banga yekîtiyê û azadiyê"

Welatiyên ku beşdarî pîrozbahiyê bûn kêfxweşiya xwe anî ziman û ji bo hatina biharê û cejna Newrozê peyamên xwe parve kirin.

Welatiya bi navê Tuba got, "Newroz serhildan e, Newroz serbilindî ye, Newroz berxwedan e."

Welatî Elî Savcî jî ji bo yekîtiya Kurdan bang kir û got:

"Em ji şêxan, ji melayan dixwazin ku yekîtiyê di nav Kurdan de çêkin. Em wekî din tiştekî naxwazin."

Welatiyê bi navê Firat Denîz jî wiha axivî, "Ez Kurdistaneke azad dixwazim, ji xeynî wê tiştekî naxwazim. Kurdistaneke azad, azad."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst