6 partiyên Rojhilata Kurdistanê dicivin

06-03-2017
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistan Newroz Partiyên Siyasî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 6 partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji bo yekxistina helwest û çalakiyên xwe, îro Duşemê dicivin.

 

Biryare nûnerên her yek ji komele-rêxistina kurdistanî ya Partiya Komunîsta Îranê, Komeleya Xehmetkêşên Kurdistanê, Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) û Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) ji bo behskirina çawaniya rêxistina kar û çalakiyên merasîmên Newrozê li Rojhilatê Rurdistanê bicivin.

 

Ew civîn li avahiya deftera siyasî ya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê birêve diçe û têde berpirsên komîsyona rêxistinên navxweyî yên wan partiyan beşdar dibin.

 

Ew 6 navborî heftiya derbasbûyî jî li bingeha Komeleya Şoreşgêr civiya bûn û li hev hatibûn ku şandeke hevbeş pêk bînin ji bo şopandina amadekirina projeyasayekê ji aliyê fraksiyona dewleta yasa di parlamentoya Iraqê de, ji bo derxistina partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji Iraqê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst