Wezîrê Şer ê Amerîkayê: Em dê operasyonan bidomînin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Pete Hegseth Îran Amerîka Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth derbarê operasyonên şerê Îranê de hişyarî da û got: "Bila kes şaş nemîne, em dê bi hêzeke leşkerî ya mezin operasyonan bidomînin."

Hegseth diyar kir ku di rojên destpêkê yên vê operasyonê de wan li dijî binesaziya leşkerî ya Îranê "lêdanên pir rast û wêranker" pêk anîne û teqez kir ku Îran nikare di vî şerî de bi ser bikeve.

Li aliyê din, Fermanberê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Admiral Brad Cooper jî agahiyên dawî yên li ser encamên operasyonê eşkere kirin.

Cooper ragihand ku heta niha wan 30 keştiyên şer ên Îranê têk birine û tenê di nava du saetên dawî de 200 hedefên stratejîk ên Îranê bi serkeftî hatine lêdan.

Wezîrê Şer ê Amerîkayê destnîşan kir ku hejmara cebilxane û çekên wan ên ji bo vê kampanyayê têra wan dike û got, "Em dê heta ku armancên xwe bi dest bixin, bi hêza xwe ya leşkerî ya mezin li dijî gefan bisekinin.”

Hegseth her wiha îdiayên Îranê yên ku "balafireke F-15 a Amerîkayê hatiye xistin" bi tundî red kir û ew wekî "propaganda û derewên ku tenê ji bo xapandina gelê xwe têne kirin" bi nav kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst