Ji Şaredariya Colemêrgê gava yekem: Rojên cejnê veguhastin belaş e

06-04-2024
Ferdî Sak
Nîşan Colemêrg Cejna Remezanê Veguhastin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di rojên Cejna Remezanê de otobus û mînîbusên veguhastina giştî yên nav bajarê Colemêrgê bi biryara şaredariyê ji bo welatiyan belaş in.

Hevserokên Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û Viyan Tekçe ku di hilbijartinên 31ê Adarê ji DEM Partiyê hatin hilbijartin, biryar da ku di sê rojên Cejna Remezanê de veguhastina giştî ya nav bajêr ji bo welatiyan bê beramber be.

Li gorî biryarê otobus û mînîbusên girêdayî Şaredariya Colemêrgê rojên 10, 11 û 12ê Nîsanê ku rojên cejnê ne, bê beramber di xizmeta welatiyan de ne û pere ji wan nayên wergirtin.

“3 rojên cejnê veguhastin belaş e”

Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û got:

“Sê rojan veguhastina giştî ya nav bajêr ji bo hemû welatiyên me bê beramber e.”

Derbarê berdewamiya vê gavê de ji bo piştî cejnê jî Akiş wiha anî ziman:

“Me niha hîn biryareke wiha nedaye. Em dê piştî cejnê gotûbêjê li ser vê yekê bikin û eger biryareke wiha hate dayîn em dê raya giştî agahdar bikin.”

Di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de namzedên DEM Partiyê Mehmet Siddik Akiş û Viyan Tekçe ji sedî 48,92yê dengên xelkê Colemêrgê standin û bûn hevserokên şaredariyê.

Namzedê AK Partiyê Îsmet Olmez jî ji sedî 46.58ê dengan standibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst