Bînalî Yildirim îro serdana Amedê dike

06-06-2019
RÛDAW
Berbijêrê AK Partiyê yê jibo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Bînalî Yildirim, roja 4ê Hezîrana 2019 li Stenbolê. Wêne: AA
Berbijêrê AK Partiyê yê jibo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Bînalî Yildirim, roja 4ê Hezîrana 2019 li Stenbolê. Wêne: AA
Nîşan Bakurê Kurdistanê Amed AK Partî Bînalî Yildirim Şaredariya Stenbolê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Berbijêrê AK Partiyê yê jibo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Bînalî Yildirim îro serdana Amedê dike.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Amedê Maşallah Dekak ragihand, biryar e Bînalî Yildirim îro piştî nîvro bi rêya firokexaneyê bigihe Amedê.

 

Peyamnêrê Rûdawê got, Yildirim li Amedê dê serdana berpris û rayedarên hikûmetê û berpirsên AK Partiyê yên li Amedê bike.

 

Maşallah Dekak herwiha da xuyakirin, Yildirim herwiha dê serdana bazarê jî bike û cejnê li xelkê û bazariyan pîroz bike.

 

Derbarê sedema serdana Yildirim de jî, Maşallah Dekak amaje bi hilbijartinên şaredariya mezin a bajarê Stenbolê kir û ragihand, li gor daneyan 217 hezar kes ji xelkê Amedê li Stenbolê dijîn û ew dengder dikarin di hilbijartina Şaredariya Stenbolê de, encamê yekalî bikin, lewra berbijêrê AK Partiyê Yê Bo Şaredariya Mezin a Stenbolê îro tê Amedê.

 

Peyamnêrê Rûdawê herwiha destîşan kir, li Amedê faktoreke din heye û ew jî HDP ye, ji ber ku Amed weke keleya HDPê  tê naskirin, gotina vê partiyê dikare bandoreke mezin li ser dengderên Amedî yên li Stenbolê bike.

 

Berbijêrê AK Partiyê yê jibo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Bînalî Yildirim pêr ragihandibû ku di rojên pêş ên cejna Remezanê de ew dê serdana bajarên Sêwaz, Amed û Rihayê li Bakurê Kurdistanê bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst