Xelkê nimêja Cejna Qurbanê kir: Bandora neşandina meaşan diyar bû

06-06-2025
RÛDAW
Xelk ji bo nimêja cejnê li mizgeftan e / Wêne: Bilind T. Abdullah, Rûdaw
Xelk ji bo nimêja cejnê li mizgeftan e / Wêne: Bilind T. Abdullah, Rûdaw
Nîşan Cejna Qurbanê Meaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li mizgeftên Başûrê Kurdistanê bi tekbîra Cejna Qurbanê û duayan, nimêj hat kirin.

Di xutbeya melayan û gotinên welatiyan de nehatina meaşan deng veda û rewşeke cuda dabû Cejna Qurbanê.

Serokê Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê Dr. Ebdulla Weysî li mizgefteke Soranê gotara Cejna Qurbanê pêşkêş kir û amaje bi wê yekê kir ku ji ber zilma ku Îraqê li xelkê Kurdistanê kiriye, eger serdana malekê were kirin û wekî pêwîst amadekarî nehatibin kirin, divê asayî were dîtin.

Her wiha Cîgirê berê yê Serokê Parlamentoya Îraqê Beşîr Hedad jî li Mizgefta Celîl Xeyata li Hewlêrê di gotara xwe de da zanîn ku neşandina meaşan qurbanîkirina karmendên Herêma Kurdistanê.

Beşeke zêde ya mizgeftên Herêma Kurdistanê li gorî cejnên din vala bûn û xelk bi germî û coş beşdarî di nimêja cejna qurbanê de nekir.

Bandora rewşa aborî li ser qurbaniyan jî heye lê ji ber ku beşeke mezin berê biryar dabû ku qurbaniyê bikin, bandora berbiçav li hin deveran xuya nake.

Cejn hevdem e bi belavbûna taya bixwîn loma welatî ji bo qurbaniyan diçin qesabxaneyan.

Wezîrê Ewqaf û Kar û Barên Olî yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq li Mizgefta Celîl Xeyat nimêja Cejna Qurbanê kir û anî ziman:

“Em gelek dilgiran in ku bi biryareke nedestûrî û neyasayî, hikûmeta federal di Cejna Qurbanê de meaşê karmendan birî.

Ez bawer nakim ku li cîhanê ti hikûmetek di minasebeteke wiha de bibire.”

Piştîwan Sadiq amaje bi wê jî kir ku ev biryar ji aliyê olî û mirovî ve “sûcekî mezin e û me li ti welatên dinyayê nedîtiye”.

Wezîr Sadiq her wiha anî ziman:

“Pişta me bi serkirdayetiya siyasî ya xwe ve girêdayî ye ku piştî Cejna Qurbanê gavên kirdarî werin avêtin û ev pirsgirêk were çareserkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst