Hewlêr (Rûdaw) - Rûdaw çû mala Ecac (Hecac); hevjîn, kur û birayekî wî dibêjin ku kesê hatiye girtin ne “Celedê Nûgre Selmanê” ye, lê jineke Kurd ku 6 mehan bi destê wî şkence dîtiye, wêneya wî nas dike û dibêje, “Ew bi xwe ye.”
Li navçeya Zilûiyeyê ya parêzgeha Selahedînê, tohmetbarê dawî yê tawanên rejîma Beasê, Ecac Ehmed Herdan, hat girtin.
Ew zilamê ku li cem kesûkarên qurbaniyên Enfalê wekî “Celedê Nûgre Selmanê” tê naskirin, bi salan xwe ji çavê dadgehê û xelkê veşartibû.
Kesûkarên Ecac, bi taybetî hevjîn û kurê wî, van tohmetan red dikin û înkar dikin ku Ecacê ew heman kes be ku destê wî di kuştin û şkencekirina girtiyên Nûgre Selmanê de hebûbe.
Ew dibêjin ku ev bi salan e Ecac, her du hevjînên wî û zarokên wî di xaniyekî netemambûyî de bi ajalvanî û çandiniyê ve mijûl in û serdana ti cihekî nekirine.
Nikarin wê rastiyê veşêrin
Lê di heman demê de nikarin wê rastiyê veşêrin ku Ecac di navbera salên 1986 û 1990î de li heman girtîgehê efserê ewlehiyê bûye.
Siracedînê kurê Ecac dibêje, “Bavê min berê li Birêvebiriya Mûsenayê efserê ewlehiyê bû, heta ku bi biryarekê ji kar hat dûrxistin û hat derxistin.”
Wehîde Mihemeda hevjîna wî jî got, “Sala 1989an ez pê re zewicîm, ew efser bû bi pileya yekstêrk û li Semawayê di kar de bû.”
Xizm û serokeşîrên Ecac li dîwanxaneyekê kom bûne û yekane belgeya ku ji bo bêtawaniya wî pêşkêş dikin, nivîseke sala 1990î ye ku qaşo bi wê ji leşkeriyê hatiye dûrxistin, yanî du sal piştî komkujiya Enfalê.
Birayekî Ecac ku çar salan jê biçûktir e, çîrokeke seyr vedibêje.
Ew dibêje ku birayê wî “kesekî kêmpeyv bûye” û zêde behsa karê xwe nedikir, lê ew dizanin ku li Nûgre Selmanê bûye.
Her wiha tekez dike ku qaşo Ecac ji ber “başiya xwe ya li hemberî girtiyan” û “alîkariya desteserkiriyan” hatiye cezakirin û derxistin, her wekî ku bavê wî şîret lê kiribû ku miameleyeke xirab li gel girtiyan neke, ji ber ku “ew xelk hemû bêtawan in.”
Lê du belgeyên bihêz, vegotina malbatê dixin bin pirsiyarê.
Ya yekem daxuyaniya berpirsekî ewlehiyê yê li herêmê ye ku dibêje, “Li cem me delîlên ku nayên înkarkirin hene ku kesê hatiye girtin Ecacê tohmetbar bi xwe ye û wî her di kêliya girtinê de li xwe mikur hatiye ku destê wî di kuştina bi dehan girtiyan de hebûye.”
Belgeya duyem şahidiya yek ji qurbaniyan e.
"Li me hemûyan daye"
Enber Îsmaîl, jineke Kurd a rizgarbûyî ya ji zindana Nûgre Selmanê ye ku 6 mehan rojane ji aliyê Ecac ve hatiye şkencekirin.
Dema ku wêneya Ecac nîşanî wê dan, bi tirs û piştrastî got: “Belê, belê ew bi xwe ye!
Tiştê ku wî bi serê min anî, ez bi vegotinê jî qet rihet nabim. Wî entariyekî xetxetî û yek jî spî ya sade li xwe dikir.
Li ber çavê me bi şîşeke hesinî li zilamekî bi temen da û ew kuşt. Li min daye, li bavê min, dayika min, xwîşka min... li me hemûyan daye.”
Li gel belavbûna nûçeya girtina wî, li herêma Germiyanê ji aliyê kesûkarên enfalkiriyan ve li dijî Ecac kampanyaya komkirina gilînameyên yasayî dest pê kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse