Tirkiye li Herêma Kurdistanê xalên nû yên leşkerê ava dike

06-09-2022
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Tirkiye Herêma Kurdistanê Xalên Leşkerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyê xalên xwe yên leşkerî li axa Herêma Kurdistanê zêde dike.

Li gorî zanyariyên li ber destê Tora Medyayî ya Rûdawê, Tirkiyê xalên xwe yên leşkerî li Kanî Masê, Şêladizê û Dêrelûkê berfereh kirine, topxane û otomobîlên leşkerî yên weke Hameran li wan xalan bicî kirine.

Artêşa Tirkiyê herwiha xalên nû li derdora Hirûrê û li navçeya Amêdiyê danîne.

Ev di demekê de ye ku birrîna daran û têkdana jîngeha deverê û rakêşana caddeyan berdewam e. 

Di 17 Nîsana îsal de Artêşa Tirkiyê bi dirêjahiya 180km ji rojava bo rojhilat û bi kûrahiya 15km bo başûr li sînorê navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê dest bi operasyona Pence Kilîl kiriye.

Ji sala 2018an ve Tirkiyê li ser sînor mijûlî avakirina bingeh û bargehên serbazî ye. Li seranserê devera sînorî ji navçeyên Sîdekan heta Heftanîn û Zaxo.

Ji destpêka operasyona Pence Kilîl ji 17 heta 25ê Nîsanê, Tirkiyê 4 baregehên leşkerî yên nû ava kirine, 2 ji wan li Avaşîn û 2 li Zapê bûn. Avakirina baregehekê li ser çiyayê Kurejar dest pê kiriye.

Herwiha Tirkiyê ji bo bihevgirêdana wan baregehan û gihandina alîkariyên Lojîstîkî jî riyan di navbera wan de çêdike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst