Hewlêr (Rûdaw) - Şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê, li dijî danîna rêbendan û girtina rêyan çalakiyeke protestoyî li dar xist û hêzên hikûmeta Sûriyeyê bi gaza rondikrêj êrişî xelkê kir.
Li gorî zanyariyên Rûdawê ji ber aloziyan herî kêm 3 kes hatine kuştin û 15 kes birîndar bûne.
Hevseroka Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Hêvîn Silêmanê ji Rûdawê re eşkere kir ku çekdarên hikûmeta Şamê hemû deriyên taxan girtine û ew xistine bin dorpêçeke tam.
Li gorî zanyariyên Rûdawê dema xwenîşander li ber rêbendên ku hatine danîn kom bûn û di dema çalakiyê de dronên hêzên hikûmeta veguhêz li ser esmanê herêmê geriyan.
Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) ku girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) yên li her du taxên Kurdan ên li Helebê dimînin û wan taxan birêvedibin û diparêzin.
Endamê Encumena Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Helebê Mihemed Emîn Elîko li ser aloziyan ji Rûdawê re got: "Li her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê rewş gelekî xirab e û jiyana nêzîkî 450 hezar kesî di bin metirsiyê de ye."
Piştî danîna bendan, bi sedan welatiyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê daketin kolanan û berê xwe dan hêzên desthilata Şamê.
Berpirsê PYDyê got: "Hêzên Hikûmeta Sûriyeyê gaza rondikrêj bi kar anîn û di encamê de 15 kes birîndar bûn."
Xwenîşander û alozî li her du taxan berdewam in. Kurdên wan her du taxan dixwazin ku rêbend di zûtirîn demê de werin rakirin.
Li aliyê din, li gorî zanyariyên Rûdawê hêzên hikûmeta Sûriyeyê bi çekên giran êrişî xelkê dike û di hin vîdeoyan ku di torên civakî de hatine belavkirin dengê çekên giran tên bihîstin.
Wezareta Parstinê ya Sûriyeyê jî daxuyanî da û di daxuyaniyê de got,“Tevgerên artêşê di çarçoveya planeke ji nû ve bicihbûnê de ne li ser hinek eniyên bakur û bakurê rojhilatê Sûriyeyê. Em pabendî Peymana 10ê Adarê ne û ti niyeta me ya operasyonên leşkerî nîne.
Artêş li hember berpirsiyariyên xwe yên parastina can û malê xelkê disekine.”
Tê nûkirin...
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse