Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Polîsê Kirmaşanê ragihand ku di 2 sal û 6 mehên borî de dizî ji sedî 50 û tundî jî ji sedî 54 kêm bûye.
Birêvebirê Polîsê Kirmaşanê Mehdî Haciyan civîneke çapemeniyê li dar xist.
Birêvebirê Polîsê Kirmaşanê Mehdî Haciyan di civînê de diyar kir ku bi saya projeyên nûjen û rêbazên zanistî yên di warê tesbîtkirina tawanan û şopandina bûyeran de, rêjeya tawanan li Kirmaşanê kêm bûye.
Mehdî Haciyan anî ziman ku di 2 sal û nîvan de dizî ji sedî 50 û tundî, pevçûn û alozî jî ji sedî 54 kêm bûne û ev yek nîşan dide ku plana wan bi ser ketiye.
Haciyan her wiha behsa projeya danîna kamerayên çavdêriyê kir û got:
“Heta niha me li 700 gundan kamerayên çavdêriyê danîne û em plan dikin ku di nava 6 mehan de li 300 gundên din jî deynin.”
Haciyan da zanîn ku li ser asta bajaran û bi taybetî jî li bajarê Kirmaşanê, danîna kamerayan dê bidome.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse