MÊRDÎN – Ji tiriyê payîzê dims, bastîq û beniyên biguz çêdikin

06-11-2018
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Mêrdîn Tirî Merzone Bastîq Benî
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ji tiriyê mezrone yên ku payîzê tên berhevkirin dims, bastîq, kome û beniyên biguz û bibehîv tên çêkirin.


Tiriyê mezrone ji ber ku dereng digihîjin heta dawiya payîzê ancax tên berhevkirin.

 


Gelê herêmê serê sibê diçe nav rez, tirî berhev dike û bi motoran tîne malên xwe.


Tirî di hewzên kevir de tên givaştin û paşê di sîtilên sifir de li ser agirê daran tê kelandin û dims jê tê çêkirin.

 


Welatî li gor daxwazê ard dixin nav dims, guz an jî behîvan jî lê zêde dikin û ji vê pelûrê bastîq, kome û beniyan çêdikin.


Xidir Poyraz diyar kir ku tiriyê mezrone li vê herêmê digîhîje û payîza dereng jî tê berhevkirin.

 


Poyraz got ew bi malbatî di saet 06.00an de diçin nav rez, tirî berhev dikin û tînin.


Poyraz behsa çêkirina dims û bastîqan kir û got çêkirina wan zehmet e, hin caran 24 saetan jî dewam dike

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst