Mêrsîn (Rûdaw) - Li gundê Kîsecîkê yê navçeya Çamliyaylayê ya parêzgeha Mêrsînê, du malbatên Kurd ên ji Êlih û Mêrdînê rastî êrişeke hatin.
Di encama êrişê de jin û zarok jî di nav de gelek kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku 11 êrişkarên ku hatibûn desteserkirin, piştî îfadeyên wan hatine berdan.
Bûyer 10ê mehê li gundê Kîsecîkê yê navçeya Çamliyaylayê ya parêzgeha Mêrsînê qewimî.
Malbata Nazliyan a ji Êlihê û malbata Avcilan a ji Mêrdînê ku xizmên hev in, tevî 11 zarokên xwe ji seyrangeha geliyê Kîsecîkê vedigeriyan.
Dema ku otomobîla wan di ser rêya ax a gund re derbas dibû, ji ber toza ku rabû gundiyan êrişî wan kir.
“Jin û zarokan lêdan xwar em bi wê êşiyan”
Şenol Avcilê ku di êrişê de birîndar bûye, behsa hûrgiliyên bûyerê û birînên xwe kir û got:
“Em 4 kes birîndar bûn, 2 diranên min şikestin. Parsûyekî min şikestiye, stûyê min derbe xwariye ez nikarim stûyê xwe bizivirînim.
Yek ji êrişkaran muxtarê kevin ê gund bû, wî zehf li min da.
Me hemûyan lêdan xwar. Bi Xwedê zarokan û jinan jî lêdan xwar.
Em mêr in normal e lê jin û zarokan lêdan xwar em bi wê êşiyan.
Em dixwazin ew cezayê bixwin da ku careke din tiştekî wiha çênebe û ji bo tiştekî wiha cesaretê negirin.”
Nesîm Nazliyê ku di êrişê de ji serê xwe derbeyeke giran xwariye û metirsî li ser jiyana wî heye, anî ziman ku pereyên wî jî hatine dizîn:
“Ez niha ji mejiyê xwe birîndar im. Lingê min tev werimiye, laşê min werimiye.
Bijîşk got, heta şeş mehan ji bo te rîska birîndariya mêjî heye û divê tu şeş mehan xwe dirêj bikî.
Ez dê şeş mehan wisa dirêjkirî bim. Karê min hemû çû.
Di berîka min de 12 hezar lîreyê min hebû, ez wî kesî nas dikim, wî destê xwe avêt perê min û bir.”
Dayîka Sebîhe Nazliya ku tevî hawar û laviya xwe ya bi Kurdî nikarîbû êrişkaran rawestîne û ew bi xwe jî birîndar bûbû, wiha axivî:
“Wan bi Tirkî digot lê min tenê bi Kurmancî digot, hûn bidin xatirê Xwedê, hûn li kurê min nexin.
Hûn bidin xatirê Xwedê, hûn li zarokên min nexin.
Wan lêva min wisa kir, kê wisa kir ez nizanim.
Ez ketibûm şokê, min xwe nedît. Wan milê min wisa kir, ez ji Xwedê ditirsim ku nîşanî xelkê bikim.”
“Ev der Komara Tirkiyeyê ye, hûn nikarin bi Kurdî biaxivin”
Fatma Avcila ku bû şahida êrişa li dijî dayîka xwe û heqareta li hemberî zimanê Kurdî, ew kêlî wiha vegot:
“Dayîka min got, ji bo Xwedê û pêxember zarokên me berdin.
Di nav wan de yek hebû, ez qet şiklê wî ji bîr nakim, bejna wî kurt bû, ji dayika min re got, ev der Komara Tirkiyeyê ye, hûn nikarin bi Kurdî biaxivin û kulmek li lêva dayîka min xist û bi her du milên dayîka min girt û ew dehf da.
Birayê min jî di wê demê de laçika dayîka min da serê wê û min ji birayê xwe re got em herin.”
Parêzerê malbatan Îbrahîm Kaya jî ragihand ku piştî êrişê 11 êrişkar hatine desteserkirin, 9 ji wan piştî îfadeyê ji qereqolê hatine berdan û 2 kes jî piştî derketina ber dadger bi şertê kontrola edlî hatine berdan û lêpirsîn didome.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse