Newaf Selam: Pêwendiyên Libnan û Îraqê gelekî taybet in

58 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Newaf Selam Libnan Beyrût Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam ragihand ku ji bo berdewamiya pêwendiyan Beyrût li benda pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê ye.

Newaf Selam da zanîn ku pêwendiyên welatê wî Îraqê taybet in û dê her wisa berdewam bikin.

Li Dohaya paytexta Qeterê 23yemîn Foruma Dohayê tê lidarxistin.

 Serokwezîrê Libnanê li Foruma Dohayê ya Qeterê ji pêşkeşkarê Rûdawê Senger Ebdulrehman re got:

"Pêwendiyên me yên bi Îraqê re di pêşerojê de taybet bûn, Îro taybet in, di paşerojê jî de dê taybet bin û dê her taybet bimînin."

Selam bal kişand ser pêwendiyên dîrokî û civakî yên kevnar ên di navbera gelên Îraq û Libnanê de.

“Pêwendiyên me û Kurdan gelekî baş in”

Newaf Selam ji Rûdawê re diyar kir ku pêwendiyên di navbera Libnan û Kurdan de "gelekî baş" in û got,"Hejmareke zêde ya Kurdan li Libnanê dijîn û tevlî civakê bûne."

Serokwezîrê Libnanê teqez kir ku di navbera Kurd û Libnaniyan de "biratî" heye.

Newaf Selam li ser pêkanîna hikûmeta Îraqê jî got, "Em li benda pêkanîna hikûmeteke nû ya Îraqê ne... da ku em pêwendiyên xwe yên bi birayên xwe yên Îraqî re bidomînin."

Selam destnîşan kir ku pêkanîna hikûmetê "girêdayî birayên Îraqî ye" ku biryarê li ser şêwaza hikûmeta nû ya welatê xwe bidin û Libnan desttêwerdanê nake.

Di hilbijartinên parlamentoya Îraqê de lîsteya "Hevpeymaniya Avedankirin û Bipêşxistinê" ya ku Mihemed Şiya Sûdanî serokatiya wê dike ji koma 329 kursiyên parlamentoyê 46 kursiyan standibûn bûbû yekem.

Di hilbijartinên giştî yên 11ê Çiriya Pêşîîn de ti partî û fraksiyonên Îraqî piraniya kursiyan nestend û alî ji bo avakirina hikûmetê divê dest bi dan û standinan bikin.

Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê ji frakisyonên siyasî xwest ku di vê pêvajoyê de lezê bikin û bêyî derengxistin dest bi dan û standinan bikin da ku parlamento û hikûmeta nû di demên destûrî de bên avakirin.

Li gorî destûrê, ev pêvajo dikare heta çar mehan biajo lê berpirsên bilind ên dadweriyê amaje bi wê yekê kirine ku eger alî bi lez dest bi dan û standinan bikin, dikare gelekî zûtir bi dawî bibe.

Li aliyê din, Çarçoveya Hevahengiyê ku hevpeymaniya herî mezin a Şîeyan e, xwe wekî frakisyona herî mezin a parlamentoyê ragihand û dest bi gotûbêjên navxweyî kir da ku berbijêrê xwe yê paşerojê ji bo posta serokwezîriyê diyar bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst