Dayîka Şemiyê: Dewlet me bikuje û nekuje emê çalakiyan bidomînin
Amed (Rûdaw) - Dayikên Şemiyê tam 8 sal in ku li Amedê her hefte ji bo zelalkirina aqûbeta zarokên xwe yên ku di binçavan de hatine wedakirin û cezakirina kujeran çalakî li dar dixin.
Lê ji ber ku çalakiya dayikan li derve hate qedexekirin, ew çalakiyên xwe li hundirê avahiyê de bikin. Dayik li dijî qedexeya çalakiya xwe nerazî ne û dixwazin hikûmet qedexeya li ser wan rake.
Dayikên Şemiyê ev heftiya 413an e ku çalakiya xwe li dar dixin û daxwaza zelalkirina aqûbeta wendayên xwe dikin.
Ji ber ku di Rewşa Awarte de çalakiya wan li derve hate qedexekirin, neçar man ku vê carê çalakiya xwe li Komeleya Mafên Mirovan a Amedê bikin.
Di çalakiya dawî de ji bo piştgiriyê mêr jî amade ne. Hinek ji wan keç û kur, hinek ji wan jî bav, bira û xwîşkên xwe ji dest dane.
Rêveberên komeleyê ku serkêşiya vê çalakiyê dikin, dibêjin qedexekirina çalakiya Dayikên Şemiyê ya li derve, binpêkirina mafên mirovan e.
Sekreterê Komeleya Mafên Mirovan a Amedê (KMM) Evdilselam Înceoren ji Rûdawê re wiha got: “Ev çalakiya me piştî derbeyê hate qedexekirin. Gotin hûn nikarin vê çalakiyê li derve bikin. Ji ber vê yekê em jî niha çalakiya xwe li hundirê komeleyê de dikin.”
Newriye Kaçan hem dayikek aştiyê û hem jî dayikeke şemiyê ye. Ev 23 sal in ku nizane kurê wê bi çi awayî hatiye kuştin. Ew ji 93an ve li aqûbeta kurê xwe digere.
Dayika Şemiyê Newriye Kaçan jî got: “Me li vir çalakî dikir. Lê ev dewlet nahêle. Dewlet bihêle nehêle, heta ku ruh di laşê me de hebe em ê vê çalakiya xwe dewam bikin.”
Çalakiya xizmên wendayan her roja şemiyê li Stenbolê û Amedê pêk tê. Dayik dibêjin heta cenazeyê zarokên wan neyê dîtin û kujer neyên cezakirin, ew ê dev ji çalakiyên xwe bernedin.
Di salên 90î de li bajarên Bakur 17 hezar kurd bi kuştinên kiryar nediyar hatin wendakirin. Malbatan destê xwe ji saxbûna zarokên xwe şûştine. Lê ew dibêjin qet nebe bila hestiyekî wan hebe ku ew biçin li ser gorên wan dua bikin.