Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), êrişên hikûmeta Sûriyeyê yên li ser taxên Kurdan ên li Helebê şermezar kirin û got, “Divê hemû Kurd li doza Rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin.”
Hikûmeta Sûriyeyê her du taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên li Helebê wekî herêmên şer ragihandin.
PWKyê di daxuyaniyekê de ragihand ku birêvebiriya Şamê bi "hişmendiya şovenî ya Erebî" tevdigere û bangî Koalîsyona Navneteweyî kir ku demildest destwerdanê bike.
Di daxuyaniya PWKyê de hat diyarkirin ku hêzên hikûmeta Sûriyeyê du roj in bêyî ku cudahiyê bixin navbera sivîl û leşkeran, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê topbaran dikin û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî bersivê didin.
PWKyê diyar kir ku di encama van êrişan de kuştî û birîndar hene.
Gefên Artêşa Sûriyeyê
Di daxuyaniyê de amaje bi daxuyaniya Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûriyeyê hat kirin ku gotibû ew dê ji niha û pê ve hemû baregehên HSDyê yên li wan taxan wekî "hedefên leşkerî yên rewa" bibînin.
PWKyê ev êriş wekî nîşaneya "siyaset, hişmendî û helwesta Birêvebiriya Şamê ya li dijî gelê Kurd" bi nav kir.
Banga ji bo Koalîsyona Navneteweyî
PWKyê bangî Koalîsyona Navneteweyî kir ku "demildest rê li ber van êrişên Rêveberiya Şamê bigire."
PWKyê her wiha bangî Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê kir ku li hemberî van êrişan xwedî helwesteke yekgirtî bin û piştgiriyê bidin doza xelkê Rojavayê Kurdistanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse