Hewlêr (Rûdaw) – Du meh piştî sondxwarina Parlementoya Kurdistanê, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan sê kesên nû li şûna sê berbijêrên serketî yên PDK, YNK û Nifşê Nû diyar kir, ku bûne parlementer û heta niha sonda yasayî nexwarine.
Li gor nivîseke Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê, ji Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Rahî Rehber Seyd Îbrahîm li şûna Qubad Talebanî, ji Nifşê Nû Sîrwan Baban li şûna Şasiwar Ebdulwahîd dibin parlementer.
Ji YNKê Qubad Talebanî û ji Nifşê Nû jî Şasiwar Ebdulwahîd serokatiya lîsteyên xwe dikirin û piraniya dengên lîsteyên xwe bi dest xistibûn.
Herwiha ji lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî Zêdan Reşîdxan Awdel li şûna Şeban Elî Şeban sonda yasayî dixwe.
Di 30ê Îlona 2018an de hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê birêve çû, herwiha roja 06-11-2018an yekem rûniştina Parlementoya Kurdistanê birêve çû û parlementeran sonda yasayî xwar.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse