Şingal (Rûdaw) - Li gundê Koço yê Şingalê duh rûfatên 104 Kurdên Êzidî bi amadebûna hejmareke zêde ya xelkê, kesayetiyên ayînî û nûner û berpirsên hikûmî hatin veşartin ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn komelkujkirin. Mincî Cilo ya temen 80 salî xelka gundê Koço ye û 19 kes ji kesûkarên wê bûne qûrbanî.
Mincî Cilo dibêje, “Hê jî 7 zarokên xwîşka min mane, 6 ên din jî ji malbata min mane. Bi Xwedê gelek in.”
Nûnerên Serokwezîrên Iraq û Herêma Kurdistanê jî di merasîmê de beşdar bûn û di gotarên xwe de qurbaniyên gundê Koço wek şehîd pênase kirin û heta niha jî 508 kes tenê ji Koço bêserûşûn in.
Nûnerê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî, dibêje, “Em ji bo ku nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin, di vê merasîmê de amade bûn. Merasîmeke nexweş a xembar e bo me hemûyan. Alkariyên Herêmê bo koçberên Êzidî, piştavanî û nasandina keysa cînosayda Êzidî, hewlên hikûmetê ne.”
Kargêriya xwecihî ya Mûsilê jî di merasîmê de amade bû û ragihand ku ew ji bo avedankirin û vegera koçberan, taybet jî koçberên gundê Koço hewlên xwe berdewam dikin.
Necim Ciburî, Parêzgarê Mûsilê, “Karesateke gelek mezin bû li vî cihî ku di dema DAIŞê de rû da. Dilê me jî gelek birîndar kiriye, dîmenek gelek karîger bû, em serxweşiyê ji hemû malbatên qurbaniyan re dixwazin.”
Ev 3 meh in rûfatên zêdetirî 200 kesên ji gundê Koço ji bo pişkinîna DNA li Bexdayê ne û heta niha encamên wan derneketine.
Koço yek ji wan gundên Şingalê bû ku DAIŞê komkujiyeke mezin tê de kir û di encamê de bi hezaran Kurdên Êzidî bûn qurbanî. Heta niha jî çarenivîsa 508 kesên xelkê wî gundî nediyar e.
Herwiha piştî ku rûfatên wan 104 kesan li gundê Koço hatin veşartin, kesûkarên wan ji bo rêzgirtinê nêzikî 3 demjimêran rawestiyan.
Roja 3ê Tebaxa 2014an çekdarên DAIŞê êrişeke berfireh bo ser Şingalê dan destpêkirin û nêzikî 6 hezar û 500 kes ji Kurdên Êzidî ketin destê wê rêxistinê.
Heta niha zêdetir ji 3 hezar û 500 kes hatine rizgarkirin, lê hê jî çarenivîsa nêzikî 3 hezar kesan nediyar e.
Li aliyê din heta niha 80 gorên bikom li Şingalê hatine dîtin û tenê 20 gor ji wan hatine vekirin.



