Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Misuriyê yê Mêrdînê, “Çarşema Zîpa” (Çarşema Reş) hat pîrozkirin.
Koma şanoyê ya Şaneşîn Performansê li gundê Misuriyê yê Mêrdînê bi beşdariya endamên Baroya Mêrdînê şahiya “Çarşema Zîpa” li dar xist.
Çarsema Zîpa, çarşema yekem a meha adarê dest pê dike û sê çarşeman berdewam dike.
Di ritûelê de wisa tê qalkirin ku di Çarsemên Zîpa de eger baran bibare bihar tê, eger nebare zivistan berdewam dike.
Dê li Amed û Êlihê jî bê pîrozkirin
Herwiha dê roja 13ê Adara 2024an jî li Êlihê ji aliyê Koma Nîsk û Hunerê û roja 20ê Adarê jî li Amedê ji aliyê Mordem Hunerê ve “Çarşema Zîpa” bê pîrozkirin.
Her miletek bi şêweyekî û bi rêwresmên li gorî baweriyên xwe yên dînî û ritûelan pêşwaziyê li hatina sala nû dike.
Çarşema Zîpa jî yek ji wan ritûel û şahiyan e.
Diyarkirina vê kevneşopiya ku di her warî de şopa rabirdûyeke kevnar di hundirê xwe de dihewîne, ne hêsan e.
Bêhtir li gundên Dêrsimê, Amedê, Êlihê û li derdora Mêrdînê tê pîrozkirin
Kevneşopî bêhtir li gundên Dêrsimê, Amedê, Êlihê û li derdora Mêrdînê tê pîrozkirin.
Navê vê kevnoşîpêyê jî li gorî hin herêman diguhere, yên ku mîna “Qereçarsem”, “Çarşema Reş”, “Çarşeme Saî”, “Qere Çarşema Zîpikan” û “Axir Çarşemba” yê jî pîroz dikin hene.
Di şahiyê de ev metelok tê gotin:
"Zîp im zîpedar im
Ku bibarim xweşbihar im
Ku nebarim sermadar im."
Di wê rojê de şahî tên lidarxistin û li gorî baweriyê wê rojê kî çi karî bike heta salekê di wi karî de dimîne û berdewam dike.
Dijminahî bi dawî dibin û neyar li hev tên.
Tê nîyetkirin ku di wan rojan xwarinên xweş bên çêkirin û gotinên nexweş, ji devê mirovan dernekevin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse