Andrej Hunko: Pêwîste PKK ji lîsteya terorê ya YE’yê were derxistin

07-05-2013
AGİT BOZTEMUR
Nîşan PKK Ocalan KCK agirbest Karayilan AKP Erdogan
A+ A-
Koln (Rûdaw) - Ji hilbijartinên giştî yên 2009ê ên Almanyayê ve Andrej Hunko endamê parlementoya Almanyayê ye. Ew parlementerê Die Linke (Partiya Çep) ye, ku bi 75 parlementeran çaremîn partiya di parlamentoya federal de ye.

 

Di sala 2009ê de ew bû endamê Konseya Ewropayê. Ev bi salan e ku Hunko bi sazî û komeleyên Kurdan re di nava têkiliyan de ye. Wî heta niha gellek caran serdana Kurdistanê kiriye û hevdîtin ligel parlementerên kurd yên mîna hevseroka BDPê Gultan Kişanak û nûnerên din re pêk anîne. Di hilbijartinên sala 2011ê ên Tirkiyeyê de jî ew wek nûnerê Rêxistina Hevkariya Aborî û Pêşdeçûnê (OECD) çû Bakurê Kurdistanê û li wir çavdêriya hilbijartinan kir.

 

Civata Parlementeran a Konseya Ewropayê ku bingeha wê li Strasburg e, yek ji du saziyên bilind ên girêdayî Konseyê ne. Nûnerên 47 parlementoyên dewletan ên parzemîna Ewropayê bi strukturên cuda di bin banê civatê de bi hev re kar dikin.

Di civîna 23ê Nîsanê de parlementerê BDPê Ertugrul Kurkçu ji Civata Parlementeran re pêşniyar kir ku Konseya Ewropayê di rapora xwe ya salane ya derbarê Tirkiyeyê de, li şûna binavkirina endamên Partiya Karkerên Kurdistanê – PKKê wekî “terorîst“ û şerê di navbera herdu aliyan de wekî “êrişên terorîstî“, bila  “çalakgerên PKKê“  û “şerê di navbera PKKê û hikûmeta tirk de“  bikarbîne. 

Daxwaznameya Ertugrul Kurkçu ji hêla pirraniya beşdarên civatê ve hat erêkirin. Andrej Hunko bi axaftineke di civînê de piştgiriya daxwaznameya Kurkçu kir. Em derbarê bandora vê daxwaznameyê de bi Hunko re axivîn:

Bi rastî jî ji hikûmeta Almanyayê tê xwestin ku helwesta xwe ya hişk di ber çavan re derbas bike

 

Rûdaw: Piştî vê biryara Konseya Ewropayê gelo wê Almanya jî siyaseta xwe ya derbarê Kurdan de biguhere?

Hunko: Biryara Civata Parlementeran ya Konseya Ewropayê noqteyeke lixweveger ya giring e derbarê helwesta li himberî pirsgirêka di navbera Tirk û Kurdan de. Weqfa bi navê Stiftung Wissenschaft und Politik (Weqfa Zanist û Siyasetê) ku nêzîkî hikûmeta alman e, di analîzên xwe yên nû de PKKê nake nava kategoriya terorîstî de. Bi rastî jî ji hikûmeta Almanyayê tê xwestin ku helwesta xwe ya hişk di ber çavan re derbas bike.

Hemû ezmûnên dîrokî yên pêvajoyên aştiyê didin nîşandan ku divê dev ji zimanê şer were berdan

 


Bandora pêvajoya niha ya aştiyê li ser vê biryarê hebû?

Belê. Min sedemên daxwaznameyê hem di komisyona berpirsiyar û hem jî di rûniştina giştî de vegot. Hemû ezmûnên dîrokî yên pêvajoyên aştiyê didin nîşandan ku divê dev ji zimanê şer were berdan. Di nava vê yekê de reşkirina PKKê wekî rêxistineke terorîst jî heye.  


Saziyên din yên Ewropayê jî wê bidin dû vê mînaka Konseya Ewropayê?


Ev yek tê daxwazkirin. Gellekî giring e ku PKK ji lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê, ku bi serê xwe di warê yasayî de bi kêşe ye, were deranîn.


Mirov dikare çaverê bike ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî helwesta xwe ya li hemberî PKKê di ber çavan re debas bikin?

Li DYA jî guhertinek dixuye. Bes divê mirov hişyar be. Lê nabe ku tevgera kurdî di pêvajoya lihevhatina bi Tikiyeyê re rê bide ku di projeya emperyalîst de bibe hevpişk.

 

Niha Yekîtiya Ewropayê û bi taybetî Almanya çiqasî di nava vê hewldana pêvajoya aştiyê de cih digirin?

Bi rastî pê nehisiyame ku Almanya û YE piştgiriyek taybet didin vê pêvajoya aştiyê. Wekî berê, hê jî nûnerên Kudan xwe di bin krîmînalîzekirinê de dibînin.


Ev biryar wê çi bandorê li Kurdên li Ewropayê û bi taybetî yên li Almanyayê bike?


Ev ne biryareke girêder e. Ne biryareke yasayî ye ku bikaribe bandoreke siyasî bike. Lê biryar xwedî referenseke siyasî ya girîng e. Gellek caran biryarên Civata Parlementeran ya Konseya Ewropayê nîşanen destpêkê ne, ku saziyên din yên YE didin pey.

Ev biryar ji bo Kurd, Elewî û kêmneteweyên din ên li Tirkiyeyê tê çi wateyê?


Me hinek daxwaznameyên din ên ji bo guhertina raporê dabûn û ew jî hatin erêkirin. Wekî mînak: Banga li hikûmeta Tirkiyeyê ku danûstandinên bi netîce bi Elewiyan re bike, li şûna gelê tirk, gelê Tirkiyeyê were gotin. Bi vê yekê karekterê pirr-netewî yê Tirkiyê derdikeve pêş. Ev hemû nîşanên baş in ji bo reforma makezagona ku niha li Tirkiyeyê tê amadekirin, ji bo ku komên netewan yên cuda û olên cuda yên li Tirkiyeyê wekî hev werin nasîn.

Wêne: Walter Schumacher

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst