Erdogan: Girîng e ku şaxên rêxistinê yên Sûriye û Ewropayê jî xwe fesix bikin

14-05-2025
Nîşan PKK Kongre Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Recep Tayyîp Erdogan got, "Gelekî girîng e ku şaxên rêxistinê yên Sûriye û Ewropayê jî beşdarî pêvajoya fesix û çekdanînê bibin."

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna AK Partiyê ya li parlamentoyê de axivî.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryarên kongreya 12emîn eşkere kirin.

Li gorî biryaran, "PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan."

Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku piştî vê biryara PKKyê Tirkiye derbasî qonaxeke nû bû p got:

“Gelekî girîng e ku şaxên rêxistinê yên Sûriye û Ewropayê jî van rastiyan bibînin û beşdarî pêvajoya fesix û çekdanînê bibin.

 "Em dixwazin navê Tirkiyeyê ne bi terorê lê bi teknolojî, çand, huner û bilindbûna standardên bipêşketina demokratîk û însanî ve bê bibîranîn.”

Bi gotina Erdogan MÎT bi hûr û kûr PKKyê dişopîne ka biryarên kongreya xwe bi cih dike yan na.

 “Me ji niha ve dest bi xebatên pêwîst kiriye”

Serokkomarê Tirkiyeyê amaje bi wê yekê kir ku wan hinek amadehî kirine û got:

“Dema ku rêxistin sozê xwe bigire, karê mayî karê siyasetê ye. Saziya Îstixbarata Neteweyî dê bi awayekî berfireh şopandina pêkanîna sozên hatine dayîn bike.

Serdemeke nû li benda me ye. Me ji niha ve dest bi xebatên pêwîst kiriye.

Em dê berpirsiyariya xwe pêk bînin.

Înşallah ev derfeta dîrokî bi hesabên biçûk an jî dek û dolabên navneteweyî berhewa nebe û di nav rewşeke dilsoz de bi pêş bikeve.”

Erdogan bal kişand li ser hesasiyeta pêvajoya nû û got:

“Ez spasiya birêz Bahçelî dikim ku em kedên wî baş dizanin.

Bi taybetî ez spasiya Hevserokên DEM Partiyê DEM û her kesê ku di pêvajoyê de xwedî roleke mezin bûn, û rehmetî Sirri Sureyya Onder û her kesê ku bi berpirsiyarî tevdigeriyan, li ser navê miletê xwe dikim.

Her wiha ez ji ber nêzîkbûna wan a çêker spasiya birêz Ozel û rêveberên din ên partiyê dikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst