Li Rojhilatê Kurdistanê alozî

07-05-2015
RÛDAW
Mehabad
Mehabad
Nîşan Mehabad tacîzkirin
A+ A-

Mahabad (Rûdaw) – Li Mehabada Rojhilatê Kurdistanê li ser îdiayên destdirêjiya cinsî, gelê bajêr otelek dan ber keviran, piştre di navbera polîsan û gel de pevçûn derket.

 

Li Otela Tara keça bi navê Ferînaz Xusrevanî ji qata 4ê ket û jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku sedama mirina Ferinaz Husrevanî destdirêjî ye.

 

Bi banga hin saziyên jinan, li ber avahiya Otela Tara saet 18:00ê bi sedan kes kom bûn û bûyer protesto kirin.

 

Li ser îdiayên di medyaya civakî de hatin parvekirin, kesên ku li ber avahiya otelê kom bûyîn otel dan ber keviran û beşek a otelê şewitandin. Polîsan jî bi gaza bombeyê mudaxaleyê girseyê kir. Heta niha di encama bûyeran de 4 kes bi çekan birîndar bûn.

 

Qeymaqamê navçeya Mehabadê Cafer Ketayî ji Rûdawê re diyar kir, wan bang li bajariyan kiriye ku hestiyar bin û xwe li benda encama lêkolînan bigirin.


Xwediyê otelê gotinên ku di medyaya civakî de hatin parvekirin derewand. Lê li bajêr hêj bûyer didomin.

 

Li gorî agahiyên Rûdawê polîsan Rêvebirê Otela Tarayê Seyîd Murteza Haşimî li Mehabadê desteser kir.

 

Nifûsa Mehabadê 280 hezar eû girêdayê parêzgeha Ormiyê ye. Mehabad paytexta Komara Kurdistanê ya sala 1946ê hatî damezrandin bû.


 

 













Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst