Li Mehabadê di qezayeke trafîkê de 3 kes mirin

17-09-2025
RÛDAW
Nîşan Mehabad Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 3 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya Hemzawayê ya Mehabadê 2 otomobîl li hev qelibîn.

Di encamê de, du rêwiyên di nava otomobîlekê de Mihemed Emîn Rehmanîfer û Zehra Yûsifî ku hevjînên hev bûn li cihê bûyerê mirin.

Ji bilî wan her du kesan, yek ji rêwiyên di otomobîla din de ku jineke bi navê Zubeyde Selîmnejad bû ji ber giraniya birînên xwe li nexweşxaneyê mir.

Tîman termên kesên ku mirine birin Saziya Tiba Dadî û birîndar birin Nexweşxaneya Mehabadê.

Li gorî Saziya Tiba Dadî ya Îranê ji 21ê Adara 2024an heta 21ê Adara 2025an li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 20 hezar û 45 kes di qezayên trafîkê de mirine.

Serokê Saziya Tiba Dadî ya Îranê ragihand ku di nava 5 salan de 91 hezar û 144 kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di qezayên trafîkê de mirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst