کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Îbrahîm Îsa-logoyê YPGê

Îbrahîm Îsa-logoyê YPGê

kurdistan

YPGê: Şervanên êrîşî rojnamevan Îbrahîm kirine hatin girtin

RÛDAW

RÛDAW

07-06-2014
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW07-06-2014

Nûçeyên Têkildar

ji bo Tahir Elçî banga edaletê hat kirin
Kurdistan28-11-2026

ji bo Tahir Elçî banga edaletê hat kirin

Amedspor îro dibe mêhvanê Gaziantepsporê
Werziş28-11-2026

Amedspor îro dibe mêhvanê Gaziantepsporê

Ozgur Ozel li ser peyama Ocalan axivî
TIRKIYE28-11-2026

Ozgur Ozel li ser peyama Ocalan axivî


Hewlêr (Rûdaw)- Berdvekê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê êrîşa ku ji aliyê şervanên YPGê ve li dijî rojnamevanê Kurd Îbrahîm Îsa li Qamilo de hatiye kirin, aşkere kir ku ew şervan hatine girtin û dê bên muhasebekirin.

Roja pêncşemê rojnamevanê Kurd û peyamnêrê televizyona War li Qamişlo Îbrahîm Îsa, dema ku dixwest wêneya teqîna li çerxerêya Hilko bikişîne ku tê de endamekî PYDê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê hêzên YPGê ve rastî êrîşê hat û bi giranî ew birîndar kirin.

Li hember vê êrîşê, Yekîtiya Ragihandina Azad ku xwe wek aliyê berpirsyarê rojnemavanan li Rojavayê Kurdistanê dide naskirin, daxuyaniyek derxist û tê de tevî şermezarkirina êrîşê, ji fermandariya YPGê xwest ku ligel rojnamevanan hevkar be û wan biparêze.

Derbarê vê daxwazê de, berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl daxuyaniyek belav kir û tê de got ku “destdirêjya ku ji aliyê şervanên YPGê li dijî wî rojnamevanî hatiye kirin bi ti awayekî nayê qebûlkirin û li dijî siyaseta YPGê û moral û reftarên wê ye”.

Rêdûr Xelîl tekîd kir ku ew bûyer “karekî tekane ye û bi ti awayî nayê qebûlkirin”, herwiha got ku “şervanên destdirêjî kirine ser rojnamevan Îbrahîm Îsa niha hatine girtin û dê li gor peyrewa navxweyî ya YPGê bên muhasebekirin”.

 

Nûçeyên Têkildar

ji bo Tahir Elçî banga edaletê hat kirin
Kurdistan28-11-2026

ji bo Tahir Elçî banga edaletê hat kirin

Amedspor îro dibe mêhvanê Gaziantepsporê
Werziş28-11-2026

Amedspor îro dibe mêhvanê Gaziantepsporê

Ozgur Ozel li ser peyama Ocalan axivî
TIRKIYE28-11-2026

Ozgur Ozel li ser peyama Ocalan axivî

Pirsên