Hewlêr (Rûdaw) – Li çar aliyên cîhanê di van rojan de hewa pir germ bûye û li Kurdistanê jî pileyên germahiyê li piraniya bajaran gelek bilind bûne, bi awayekî ku li her çar parçeyên Kurdistanê pileyên germayê ji 45 ber bi jor ve ne û li devera Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê jî pileya 51 hatiye tomarkirin.
Li gorî lêkolînên cîhanî, germahî di van 30 salên dawî de bi qasî 0,53 pileyî zêde bûye û Sekreterê Giştî yê Meteorolojiyê yê Neteweyên Yekbûyî Petrî Thalas bang li hikûmetan kir ku ji bo kêmkirina bandora germê li ser tendirustiya mirovan tedbîran bigirin.
Li gorî Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê di 50 salên dawî de li Ewropayê 148 hezar kes bi sedema germahiyê mirine.
Navenda Neteweyî ya Amerîkayê ya Pêşbîniya Jîngehê jî ragihandiye, roja Duşemê ya vê heftiyê roja herî germ a di 170 salên bihorî de bû.
Ji bo ku mirov xwe ji germayê biparêzin, hemû derfetên li ber destê xwe bikar tînin. Ji bo wê jî divê rewşa elektrîkê baş be û amûrên hênikkirinê li malên xelkê hebin, lê li hinek cihan dibe ku ew derfet li ber destên xelkê tunebin an kêm bin.
Pêngavên ku dikarî bi cîbicîkirina wan, bêyî amûrên hênikkirinê mala xwe hênik bikî, ev in:
- Ligel rojhilatinê, divê hemû derî û pencere bên girtin.
- Rengên vekirî bo perde û rûberê derve yê mala xwe hilbijêrê daku ronahî û germa bo derve berovajî bikin.
- Bi şev pencereyan veke daku hewa bê guherîn û ew germaya ku bi roj kom bûye biçe derve.
- Eger mala te çend qatek be, pencereyên jor veke daku hewayê germ biçe derve.
- Pencereyekê bi nîvvekirî bihêle û çarşefek şil li pêşiya wê deyne daku hewa pencereyê sar bike ji ber ku av dibe hilm û pileya germayê dadixîne.
- Şilkirina derdorê yan malê piştî rojavabûnê heman bandorê dike.
- Hewaya pankê sardtir dibe eger hinek qeşayê li ber pankê deynî. Lê eger kes li hindir nebû ti sûdek di karkirina pankê de nîne ji ber ku pank hewa sar nake, belku bi tenê diguhere.
- Gul û riwekên di nav male de jî bi rêya bihil,bûna ava di hindirê wan de dikarin pileya germayê daxînin.
- Herwiha kêmkirina bikaranîna firin û tifikê û girtina amêrên elektîrîkê yên ne pêwîst jî di dema hebûna germaya zêde de dikare pileya germayê nizim bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse