Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlekê li çêlekekê xist. Di vê qezayê de 4 kes birîndar bûn ku yek ji wan zarok e.
Qeza îro li ser rêya Cizîr-Şirnexê çêbû.
Li gorî agahiyan, otomobîla ku U.T. diajot li çêleka ku derketibû ser rê xistiye.
Di qezayê de ajokar O.T. û siwarên bi navên N.T., T.T. (7 salî) û Y.T. birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
.jpg&w=3840&q=75)


