Parlamenterekî Kurd bi meaşê xwe deynê xelkê dide

07-08-2025
RÛDAW
Nîşan Mihemed Feysel Biradostî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Parlamentoya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Parlamentoya Kurdistanê Mihemed Feysel Biradostî, ji bo dayîna deynên welatiyan ên li market û dikanan ku ji ber derengketina meaşan deyndar bûne, meaşê xwe yê 5 mehan bexşand.

Parlamenterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mihemed Feysel Biradostî diyar kir ku ji ber derengketina meaşê karmendan a sê mehan, gelek kes neçar mane pêdiviyên xwe yên serekî bi deyn bikirin.

Li ser vê rewşê Biradostî kete nava liv û tevgerê û ragihand ku wî biryar daye meaşê xwe yê 5 mehan ji bo dayîna wan deynan bi kar bîne.

Parlamenter Mihemed Feysel Biradostî ji Rûdawê re axivî û got:

“Me bi tîma xwe re ez çûm serdana gelek dikan û marketên li devera Balekayetî û navçeyên Soran, Çoman, Sîdekan û Rewandizê.

Me bi meaşê xwe yê parlamenteriyê deynê beşek ji deyndaran da.”

Hat zanîn ku meaşê Mihemed Feysel Biradostî yê 5 mehan bi giştî 37 milyon dînarên Îraqî ye (nêzîkî 28 hezar dolarên Amerîkî).

Biradostî anî ziman ku nêzîkî 30 milyon dînarên wî pereyî rasterast ji bo deynên xwediyên dikanan hatiye bikaranîn û ya mayî jî li nexweş û kesên asteng ên ku di kirê de ne, hatiye belavkirin.

Biradostî li ser awayê dayîna deynan jî agahî da û anî ziman:

“Tîmên me diçin serdana dikanan û lîsteya kesên ku bi rastî hejar in, distînin.

Eger deyn meblexeke kêm a wekî 100 hezar an 250 hezar dînar be, em hemûyê didin.

Lê belê eger deynekî zêdetir be, wekî milyon an milyon û nîvekê, em nîvê deyn didin û wî kesî agahdar dikin ku deynê wî hatiye dayîn.”

Biradostî her wiha da zanîn ku wî heta niha temamiya meaşê xwe yê parlamenteriyê ji bo karên xêrxwaziyê bexşandiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst