Hewlêr (Rûdaw) - Dêra dîrokî ya Axtamarê ya li ser Gola Wanê, mazûvaniya ayîna salane ya 13emîn a Ermeniyan kir.
Bi sedan Ermeniyên ji çar aliyên cîhanê û Tirkiyeyê beşdarî merasîmê bûn ku ji aliyê Patrîkê Ermeniyên Tirkiyeyê Sahak Maşalyan ve hat birêvebirin.
Dêra Axtamarê ya dîrokî ku salê tenê carekê deriyên xwe ji bo îbadetê vedike îro bû cihê civîna Ermeniyan. Ermeniyên ku ji çar aliyên cîhanê hatibûn, ji bo pêkanîna ayîna xwe ya 13emîn li Girava Axtamarê kom bûn.
Patrîkê Ermeniyên Tirkiyeyê Sahak Maşalyan, bi alîkarên xwe Keşe Kaspar Garabetyan û Episkopos Hovagim Manukyan û hejmareke zêde ya keşîşan re ayîn birêve bir.
“Coş û kelecana ayînê li Girava Axtamarê”
Maşalyan kêfxweşiya xwe anî ziman û got, “Ji çar aliyên cîhanê hecî hatin. Ji Amerîka, Îngiltere, Ewropa, Anatoliya û Stenbolê û bi taybetî ji Ermenîstanê.
Me ev roj pîroz kir. Me li Dêra Axtamarê ya Sûrp Xaçê ya hezar û 100 salî dîroka xwe bi bîr anî. Ji bo îro spas ji Xwedê re. Em dê niha vegerin malên xwe.”
Beşdarên ayînê find pêxistin, dia kirin û îlahî gotin. Tevî ku destûr tenê salê carekê tê dayîn, Ermenî ji vê derfetê gelekî kêfxweş bûn.
Welatiya Ermenî Anjel Yanikbacayê jî got,
“Cara yekemîn e ez têm vê derê. Berê nebû qismet. Gelek xweş e û me Wan jî gelekî eciband.”
Piştî sala 1915an, Dêra Axtamarê wekî gelek dêrên din ên Ermeniyan ji îbadetê re hatibû girtin.
Hikûmeta Tirkiyeyê, piştî 95 salan di sala 2010an de destûr da ku salê carekê merasîmên ayînî li dêra dîrokî bên lidarxistin.
#WÊNE - Li Girava Axtamarê ayîna 13emîn hat kirin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 7, 2025
✝️ Bi destûra taybet a Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê, deriyên Dêra Surp Xaçê ya li Girava Axtamarê ya li nava Gola Wanê salê carekê ji bo îbadetê vedibe
✝️ Patrîkê Ermeniyên li Tirkiyeyê Sahak Maşalyan serokatiya ayînê… pic.twitter.com/3K7pcqvLHe
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse