Hewlêr (Rûdaw) - Qonaxa çaremîn a Operasyona "Mirovî û Ewlehî"yê ya li Kampa Holê bi girtina 11 endamên şaneyên veşartî yên DAIŞê bi dawî bû.
Berdevka Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rûksan Mihemed li ser vê operasyonê ji ANHAyê re axivî.
Rûksan Mihemedê diyar kir ku ji bo parastina cîhanê ji metirsiya DAIŞê, ev operasyon erkeke mirovî û exlaqî ye û dê ne ya dawî be.
Operasyona ku du rojan berdewam kir, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), YPJ û Yekîneyên Jinên Şingalê (YJŞ) ve hatibû destpêkirin.
Rûksanê destnîşan kir ku ji ber çend sedemên girîng dê operasyonên li kampê bidomin û got:
"Sedema yekem ew e ku bi hezaran malbatên DAIŞê yên di kampê de hîn bi îdeolojiya xwe ve girêdayî ne.
Ya duyemîn jî em bi van operasyonan nahêlin ku jinên DAIŞê û şaneyên wê zarokan li gorî armancên xwe bi kar bînin û nifşekî tundrew çêbikin."
"Zarokan fêrî serjêkirinê dikin"
Rûksan Mihemedê bal kişand ser metirsiya perwerdekirina zarokan a ji aliyê DAIŞê ve û wiha pê de çû:
"Jinên DAIŞê hewl didin nifşekî nû yê tundrew bi navê 'Eşbal el-Xîlafe' (Zarokên Xîlafetê) bigihînin.
Di konên taybet ên kampê de zarok li ser îdeolojiya DAIŞê, çawaniya kuştin û serjêkirinê tên perwerdekirin. Ew yek di wêne û şûrên ku hatine çêkirin û dîtin de eşkere bû."
Rûksanê anî zimên ku şaneyên DAIŞê yên li hundirê kampê zêdetirî 30 caran êrişî xebatkarên mirovî kiriye û avahî û saziyên xizmetguzariyê sabote kirine û biland:
"Kamp bûye çiravek û metirsî bi dawî nebûye. Sedema vê yekê jî nebûna hewlên navneteweyî yên cidî ye.”
Wê rexne li welatên biyanî girtin ku welatiyên xwe ji kampê venagerînin.
Rûksanê di dawiyê de teqez kir ku têkoşîna wan a li dijî DAIŞê ji bo parastina herêmê û tevahiya cîhanê
erkekî mirovî û exlaqî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse