Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê amadekariyên ji bo sala nû ya xwendinê ya 2025-2026an tên kirin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku zêdeyî milyonek xwendekar dê li 4 hezar û 100 dibistanan dest bi xwendinê bikin.
"Sala nû 14ê Îlonê dest pê dike"
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser Zuleyxe Ebdî derbarê amadekariyan de agahî dan û diyar kir:
“Sala xwendinê ya 2025-2026an roja 14ê Îlonê dest pê dike.
Di betlaneya havînê de hemû dibistan hatin amadekirin û mamoste jî bi rêya xulên rahênanê ji bo sîstema nû ya xwendinê amade ne.
Her wiha di sîstema xwendina polên 8an û 11an de sererastkirin hatin kirin.”
"Zêdeyî 3 milyon pirtûk hatin çapkirin"
Li gorî desteyê, zêdeyî 3 milyon pirtûk hatine çapkirin û tê payîn ku di sîstema çend polên din de jî sererastkirin were kirin.
Zuleyxe Ebdî bal kişand ser pirsgirêka çapkirina pirtûkan û got:
“Divê em ji bîr nekin ku sala borî çapxaneya me hatibû bombebarankirin, lewma pirtûk dereng hatin çapkirin û bandoreke neyînî çêbû.
Lê îsal em hewl didin ku berî sala xwendinê dest pê bike hemû pirtûkan bigihînin xwendekarên xwe.”
Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser xwendekar bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî perwerdeyê dibînin.
Li gorî amarên Desteya Perwerde û Fêrkirinê, di sala nû ya xwendinê de zêdeyî yek milyon xwendekarên her sê qonaxên seretayî, navendî û amadeyî dê li 4 hezar û 100 dibistanan bi alîkariya 44 hezar mamosteyan dest bi perwerdeyê bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse