Bierebkirina deverên Kurdistanî bû mijara parlamentoyê

08-01-2018
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Kurdistanê Demografiya Bierebkirin Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentoya Kurdistanê dê roja Çarşemiya vê heftiyê bicive û dê çend mijar û projeyasaya di vê civînê de werin gotûbêjkirin. Serokatiya Parlamentoyê ragihandiye, yek ji mijarên civînê gotûbêjkirina li ser proseya bi erebkirina deverên Kurdistanî ji aliyê Iraqê ve ye.

 

Îro Duşemî 8ê Çileya 2018ê Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bernameya karê civîna hejmar 4 a asayî ua xûla payîzî ya parlamentoyê belav kir, ku biryar e di demjimêr 12:00ê roja Çarşemiyê 10-01-2018ê de gotûnêj li ser bihê kirin.

 

Li gorî Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê, beşeke civîna vê heftiyê ya parlamentoyê dê taybet be bi xwandina raporta  Komîteya Navxweyî derbarê xwepêşandanên li Başûrê Kurdistaê di meha 11 a sala 2017ê de, ku di encama wan xwepêşandanan de 3 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn.

 

Herwiha di bernameya karê civîna parlamentoyê de hatiye, ku raportek derbarê proseya bierebkirina navçeyên Kurdistaî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û li gundên bajarokê Sergeranê dê were xwandin û dê gotûbêj li ser bihê kirin.

 

Li sînorê parêzgeha Kerkûkê hejmarek kesên Ereb di roja 27-12-2017ê de êrişî gundê Pelkane yê li sînorê bajarokê Sergeran a Kerkûkê, ku gundekî kurdan e, kiribûn û 72 demjimêr mohlet dabûne welatiyên Kurd, daku gund vala bikin û malên xwe bar bikin û ji gund derkevin.

 

Rêveberê bajarokê Sergeranê, Loqman Hisên derbarê bûyerê de ji Rûdawê re gotibû: “Ereb hatine nav gund û gef li welatiyên Kurd ên xelkê wî gundî xwarine û alozî di navbera wan de çêbûye. Wan ereban piştre Artêşa Iraqê jî agahdar kirine û hêzên Artêşa Iraqê jî bo piştgiriya wan ereban hatine nav gundê Pelkane. Ereban çend xanî û malên welatiyên Kurd li gundê Pelkane dagîr kirine û dane çend erebên din. Herwiha wan ereban 72 demjimêr mohlet dane kurdan, daku bi giştî wî gundî vala bikin û ti kurdek di gund de nemîne.”

 

Herwiha di civîna roja Çarşemiyê ya Parlamentoya Kurdistanê de dê gotûbêj li ser projeyasaya çaksazî di malnişînî, mûçe û dermale û bexşîn û îmtiyazên din ên li Herêma Kurdistanê bihê kirin, herwiha dê raporta Komîteya Navxwe ya parlamentoyê ya derbarê xwepêşandanên Herêma Kurdistanê jî were xwandin.

 

Seroka Komîteya Karûbarên yasayî di parlementoya Kurdistanê de Dr. Vala Ferîd derbarê civîna parlamentoyê de ji Rûdawê re ragihand, di vê heftiyê de parlamento dê xwendina yekem ji projeyasaya çaksaziya malnişînî û mûçe û dermaleyan re bike û piştre dê ji komîteyên peywendîdar re bişîne.

 

Vala Ferîd got, piştre dê di rûniştineke parlamentoyê de gotûbêj li ser wê proyasayê re bê kirin û ji bo pejirandinê dê deng li ser bihê dayîn.

 

Pirojeyasaya çaksaziya malnişînî û mûçe û îmtiyazên karmendiyê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re gelek giring e, ji ber ku eger piroje bi ser ket û navên zêde ji lîsteyên mûçeyan hatin derxistin, dê her sal zêdetirî mîlyarek dînar li ser bûdceya giştî ya Kurdistanê zêde bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst