Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Heyeta Îmraliyê dê 28ê Çiriya Pêşîn (sêşem) li Kompleksa Serokkomariyê bicivin.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê ragihandibû ku Şandeya Îmraliyê dê di demeke nêzîk de cara sêyemîn bi Erdogan re bicive lê qala dema hevdîtinê nekiribû.
Li gorî nûçeya A Habera ku nêzîkî desthilatê ye, ev hevdîtin dê 28ê Çiriya Pêşîn a 2025an pêk were.
Di şandeyê de Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê û Serokwekîla Parlamentoyê Pervîn Buldan û Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar cih digirin.
Bi vê yekê re ev hevdîtin dê bibe hevdîtina sêyemîn a Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re.
Hevdîtina yekem piştî 13 salan wekî pêwendiya yekem derbasî dîrokê bûbû.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya ku ji Parlamentera Wanê Pervîn Buldan û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onderê rehmetî pêk dihat 10 Nîsanê li Serokkomariya li Beştepeyê bi Erdogan re civiyabû.
Hevdîtina duyemîn jî 7ê Tîrmehê li Serokkomariyê pêk hatibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse