Taxa Newrozê hîn jî di bin dagirkeriyê de ye: Leşker ketine malên xelkê

08-01-2024
Dagirkeriya li Taxa Newrozê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Dagirkeriya li Taxa Newrozê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kerkûk Taxa Newrozê Taxa Erefeyê Dagirkirin Leşkerên Îraqê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Taxa Newrozê ya Kerkûkê ev çend roj in di bin dorpêça leşkerên Îraqê de ye.

Fermana vekişîna leşkeran hatibû dayîn û hatibû gotin ku vekişiyane lê heta niha jî ew ji Taxa Newrozê venekişiyane.

Hinek ji leşkeran bi cilên sivîl in, hinek jî bi cilên leşkerî ne û li malên Kurdan ên dagirkirî dimînin.

Artêşa Îraqê piştî bûyerên 16ê Çiriya Pêşîn zext û zorê li Kurdên Taxa Newrozê dike ku malên xwe bar bikin.

Li Taxa Newrozê 122 xanî hene ku 172 malbatên Kurd li wan dijîn.

Artêşa Îraqê îdia dike ku ev tax milkê Wezareta Parastinê ya Îraqê ye.

Rejîma Beasê li ser axa Kurdan avahî lê kiribûn û ev avahî dabûn kesên nêzîkî xwe.

Hinek malbatên ku ji Kerkûkê hatibûn nefîkirin piştî sala 2003yan vegeriyabûn bajêr li van avahiyan bi cih bûbûn.

Niha leşkerên Îraqê dixwazin careke din van malbatên Kurd bixin ser rê û dirbên koçberiyê.

Piştî ku hewlên wan ên berê yên ji bo koçberkirina Kurdan bi ser neketin, çend roj berê leşkeran dîsa bi ser Taxa Newrozê de girt.

Leşker derî bi derî li malan geriyan, hejmar li malan xistin û ji şêniyên taxê xwest ku ji malên xwe derkevin.

“Zar zeçên min bi bi zor û kotekê derxistin”

Leşkeran dest daniye ser xaniyê Dana Ehmed û ketine mala wî. Otomobîlên polîsan jî li kolanê li ber deriyê wî rawestiyane.

Dana Ehmed berê hat desteserkirin, piştî wê malbata wî bi darê zorê ji mala xwe hat derxistin û Dana bi şertê ku li mala xwe venegere hat berdan.

Dana Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re wiha behsa dagirkirina mala xwe kir:

“Zar zeçên min bi bi zor û kotekê derxistin. Ez du sê caran çûm cem wan. Dibêjin tiştek di destên wan de nîne û fermandarê operasyonan biryarê dide.

Niha sê çar leşkerên Îraqê ketina mala min û ji bo parastina wan du otomobîlên polîsan li ber derî ne.”

Fermanên bêencam

Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê Şaxewan Ebdula ji Rûdawê re dabû zanîn, “Serokwezîrê Îraqê ferman da ku leşker ji Taxa Newrozê ya Kerkûkê vekişin.”

Dîsa Wezîrê Dadê yê Îraqê Xalid Şiwanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re gotibû:

“Ez bi Serokwezîrê Îraqê re axivîm. Me behsa vê yekê kir ku ev binpêkirin nayên qebûlkirin.

Ez bi Wezîrê Parastinê re jî axivîm, wan ferman daye ku ev hêz ji Taxa Newrozê vekişin.”

Leşkerên Îraqê piştî van fermanan jî ji Taxa Newrozê venakişin û li gorî lêkolînên Rûdawê leşkerên Îraqê ketine tevên malên Kurdan.

Şêniyên Taxa Newrozê ji ber vê dagirkirinê dest bi grêvê kiriye û li gorî wan, “Dagirkirin bi armanca ku leşkerên pilebilind li malên wan bi cih bibin tê kirin.”

Taxa Erefeyê jî di bin zextan de ye

Xeyn ji Taxa Newrozê, Taxa Erefeyê yê jî di bin zext û metirsiya dagirkirinê de ye.

Li vê taxê 40 malên Kurdan hene lê şirketeke petrolê dixwaze bi rêya dadgehê dest deyne ser mal û milkên wan û wan koçber bike.

Şêniyên Taxa Erefeyê jî li kêleka xelkê Taxa Newrozê dest bi grevê kiriye.

Ferhad Xoşnawê ku mala wî li Taxa Erefeyê ye anî zimên ku ew pê hesiyane fermana dagirkirina xaniyên wan hatiye derxistin.

Ferhad Xoşnav destnîşan kir ku hemû karên wan ên fermî rawestiyane û nikarin hesabên xwe yên bankê jî bi kar bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst