Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê got, “Eger qala pêvajoyê tê kirin divê rêz li îradeyê were girtin.”
Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu li ber Şaredariya Êlihê daxuyaniyek da.
Tanrikulu bangî hikûmetê kir ku dawî li pergala qeyûman bîne û şaredarên hilbijartî vegerîne ser kar.
"Divê rêz li îradeya dengderan were girtin"
Tanrikulu qala mijara pêvajoyeke nû kir.
Wî destnîşan kir ku eger bi rastî aştî û pêvajoyeke nû hebe divê rêz li îradeya dengderan were girtin.
Tanrikulu bal kişand ser binpêkirina îradeya xelkê Êlihê.
Wî diyar kir ku ji sala 2009an ve îradeya xelkê Êlihê tê binpêkirin û şaredarên wan ji kar tên dûrxistin.
4 şaredar ji kar hatin dûrxistin
Parlamenterê Amedê bi bîr xist ku sala 2009an Nejdet Atalay ji kar hat dûrxistin.
Her wiha sala 2014an Sabrî Ozdemîr, sala 2019an Mehmet Demîr û herî dawî jî sala 2024an Gulistan Sonuk ji kar hatin dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin.
Sezgîn Tanrikulu ji hikûmetê pirsî, “Şaredarên ku xelkê Êlihê ew hilbijartine çima li ser karê xwe nînin? Hûn li benda çi ne?"
Tanrikulu da zanîn ku gava yekem a ji bo vekirina siyaseta demokratîk, rêzgirtina li îradeya gel e.
Daxwaza mixalefetê
Hikûmeta Tirkiyeyê ji Îlona 2016an ve li gelek şaredariyên Bakurê Kurdistanê qeyûm tayîn kirine.
Partiyên mixalefetê û DEM Partî dibêjin ku ji bo avakirina baweriyê divê ev pergal bi dawî bibe.


