Li taxên Kurdan karesat: 500 mal rûxiyan, av û elektrîk qut bûn

20 demjimêr berê
RÛDAW
Cadeyek li Şêx Meqsûdê\ Wêne: SANA
Cadeyek li Şêx Meqsûdê\ Wêne: SANA
Nîşan Taxa Şêx Meqsûdê Taxa Eşrefiyeyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê di navbera Hêzên Ewlekariya Hûndirîn a Helebê (Asayîş) û komên çekdar ên hikûmeta Şamê şerekî giran û tund diqewime.

Rojnameger Zagros ji herêmê ji Rûdawê re ragihand ku komên çekdar bi tank, mûşekên Grad û çekên giran êrişî taxên Kurdan dikin û ev êriş hîn jî didomin.

Li gorî agahiyên ku Zagros dane, di encama topbarana sê rojên dawî de herî kêm 10 kesan canê xwe ji dest daye û gelek kes jî birîndar bûne.

Her wiha xisareke mezin gihîştiye avahiyên sivîlan û nêzîkî 500 malî rûxiyane.

Hat diyarkirin ku komên çekdar artêşa Sûriyeyê bi doçkayan didin ber guleyan û rasterast sivîlan dikin hedef.

Derbarê rewşa mirovî de hat eşkere kirin ku li her du taxan av û elektrîk bi temamî qut bûne.

Her çi qas xelkê herêmê ji berê ve amadehiya xwe ya erzaqî kiribe jî, ji ber girtina rêyan xwarin û derman nakevin nav taxan.

Zagros destnîşan kir ku eger şer dirêj bibe, dê krîzeke mezin a xwarin û dermanan derkeve holê.

Hêzên Asayîşê ji bo şikandina êrişan û parastina taxan dixebitin.

Zagros diyar kir ku moralê şervanan bilind e û çekên wan ên pêwîst hene teqez kir ku Şêx Meqsûd û Eşrefiyeye wekî "taxên berxwedanê" tên naskirin û heta niha neketine destê ti hêzên derve û dê parastina wan bidome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst