Îbrahîm Şêxo: Dixwazin Ereban li taxên Kurdan bi cih bikin

21 demjimêr berê
RÛDAW
Birîndarekî Helebê tê veguhastin\ Wêne: SANA
Birîndarekî Helebê tê veguhastin\ Wêne: SANA
Nîşan Îbrahîm Şêxo Taxa Şêx Meqsûdê Taxa Eşrefiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çalakvanê mafên mirovan Îbrahîm Şêxo beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê rewşa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê û koçberiya Kurdan agahiyên nû dan.

Şêxo diyar kir ku ji ber êriş û dorpêçê, Kurd neçar dimînin taxên xwe biterikînin.

Çalakvanê mafên mirovan da zanîn ku li gorî amaran heta niha di navbera 10 hezar û 15 hezar ji wan taxan derketine.

Şêxo bi bîr anî ku birêvebiriya Efrînê behsa 20 hezar malbatî dike lê hejmara rastîn hîn bi temamî nehatiye tesbîtkirin.

“Dixwazin Erebên hawirde li malên Kurdan bi cih bikin”

Îbrahîm Şêxo li ser cihê koçberan got ku piraniya wan diçin cem xizm û nasên xwe yên li herêmên di bin kontrola hikûmeta demkî de.

Şêxo destnîşan kir ku ev kes berê jî ji Efrînê koçberî Helebê bûbûn û niha cara duyem koçber dibin.

Îbrahîm Şêxo hişyarî da ku komên çekdar ên wekî "Emşat" ku bi ser Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî ve ne, dest datînin ser malên Kurdan û got,"Dixwazin her du taxan (Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê) vala bikin û Erebên hawirde li wir bi cih bikin. Malên Kurdan tên talankirin."

"Sivîlek bi guleya nîşangiran hat kuştin"

Şêxo di dawiyê de eşkere kir ku di encama gulebarana nîşangiran de li nêzîkî herêma Benî Zeydê sivîlekî canê xwe ji dest daye.

Çalakvanê mafên mirovan teqez kir ku rewşa mirovî ya li taxên Kurdan gelekî giran e û bangî civaka navneteweyî, Amerîka, Brîtanya û bi taybetî jî Serok Mesûd Barzanî kir ku ji bo parastina Kurdan û rawestandina vê "siyaseta qirêj" bikevin dewrê.

Şêxo anî zimên ku ev koçberî ne bi daxwaza xelkê ye lê ji ber gulebaran û nebûna ewlehiyê xelk neçar dimîne malên xwe biterikîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst