Asayîş: Me êrişeke berfireh a bi 60 tankan şikand

20 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Taxa Eşrefiyeyê Taxa Şêx Meqsûdê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê (Asayîş) ragihand ku wan êrişeke berfireh a komên çekdar a li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê şikandiye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zererên mezin gihîştine êrişkaran û plana wan a leşkerî ya ji bo dagirkirina taxan hatiye pûçkirin.

Li gorî daxuyaniyê, piştî sê rojên topbarana bêrawestan a bi tank, mûşekên Grad û çekên giran, wan komên çekdar berê sibêya îro êrişên xwe gurtir kirin. Hat gotin ku armanca vê "êrişa hovane" tirsandina sivîlan û koçberkirina wan a bi zorê bûye.

Piştî topbaranê, komên çekdar hewl daye ku bi zêdetirî 60 tank û wesayîtên zirxî, bi dehan wesayîtên leşkerî û bi hezaran çekdaran bi pêş ve werin.

Her wiha balafirên bêfirokevan jî piştgiriya vê êrişê kiriye.

Asayîşê eşkere kir ku li eniyên Eşrefiye, Kastello û Cebanan berxwedaneke mezin hatiye nîşandan û êrişkar hatine neçarkirin ku paş ve bikişin.

Di encama şer de tankek û 5 wesayîtên leşkerî hatine rûxandin, 7 dronên xwekuj hatine xistin û bi dehan çekdar hatine kuştin.

Hat gotin ku piştî şikestinê, komên çekdar ducare dest bi topbarana hovane ya taxan kiriye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê teqez kir ku ew ji bo parastina sivîlan di amadehiyê de ne û hikûmeta Şamê ji vê êrişê û encamên wê berpirsyar dît.

Asayîşê ragihand ku mafê wan ê rewa heye ku bi her rêyê parastina gel û taxên xwe bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst