Encamên destpêkê: Li kîjan bajarî çend xwendekaran dersa Kurdî hilbijartin?

08-02-2022
RÛDAW
Nîşan Dersa Kurdî Dersa Bijarte Xwendekarên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dema serlêdan û tomarkirina navan ji bo dersên bijarde duh 7ê Sibatê bi dawî bû. Encamên destpêkê yên tomarkirina li dersa bijarde ya Kurdî hatin ragihandin.

Kampanyaya dersa bijarte ya Kurdî ku di 3ê Çileyê de destpê kiribû heta 7ê Sibatê berdewam kir û xwendekarên polên 4-5-6-7 dikaribûn dersên zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî hilbijêrin.

Îsal ji bo dersa bijarte ya Kurdî kampanyayeke berfireh hat meşandin û gelek siyasetmedar, tevger, platform, weşanxane, rêxistinên sivîl, kesayetiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî beşdarî kampanyayê bûn.

Li gorî çavkaniyên ku zanyarî dane Rûdawê, hejmara xwendekarên ku dersên Kurdî hilbijartine wiha ne:

  • Li du dibistanên Agiriyê 588 zarokan navên xwe tomar kirine
  • Li pênc dibistanên Êlihê 2145 zarokan navên xwe tomar kirine
  • Li dibistaneke Bedlîsê 32 zarokan navên xwe tomar kirine
  • Li 14 dibistanên Amedê 2665 zarokan navên xwe tomar kirine
  • Li çar dibistanên Colemêrgê 1470 zarokan navên xwe tomar kirine
  • Li 11 dibistanên Mêrdînê 2616 zarokan navên xwe tomar kirine
  • Li dibistaneke Mêrsînê 450 zarokan navên xwe tomar kirine
  • Li dibistaneke Sêrtê 465 zarokan navên xwe tomar kirine
  • Li du dibistananên Rihayê 287 zarokan navên xwe tomar kirine
  • Li dibistaneke Şirnexê 650 zarokan navên xwe tomar kirine
  • Li çar dibistananên Wanê 1035 zarokan navên xwe tomar kirine

Heta niha zêdeyî 12 hezar kesan serlêdan kirine 

Li gorî zanyariyên heta niha ketine destê Rûdawê tenê li 50 dibistanan bi giştî 12 hezar û 403 xwendekar dersên Kurdî hilbijartine.

Li gorî sîstema xwendinê ya dersa bijarte ya Tirkiyê, eger 10 xwendekar daxwaza dersekê bikin, poleke taybet ji wan re tê vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Li Amedê ciwanek di çem de xeniqî / Wêne: AA

Li Amedê ciwanek di çem de xeniqî

Li navçeya Bismîlê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, ciwanê 14 salî yê di Çemê Embarê de avjenî dikir xeniqî