Serok Barzanî hişyarî da Bexdayê: Sînorekî ji van êrişan re deynin

Duh li 02:55
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Herêma Kurdistaê Îraq Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî ji ber êrişên li Herêma Kurdistanê hişyarî da Bexdayê û got, “Sînorekî ji bo van êrişan deynin.”

Serok Mesûd Barzanî li dijî êrişên ku li ser Herêma Kurdistanê û baregehên Pêşmergeyan tên kirin peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de da zanîn ku bêhnfirehiya wan jî sînorekî xwe heye û got, "Pêşmerge ti caran zilm û zoriyê ji ti aliyekî qebûl nekiriye."

Serok Barzanî bangî Hikûmeta Îraqê û aliyên siyasî kir ku bi cidî bikevin ser xetê û sînorekî ji bo van êrişan deynin.

"Gelê Kurdistanê ti caran li gel şer nebûye"

Serok Barzanî di destpêka peyama xwe de bal kişand ser dîroka gelê Kurdistanê û got:

"Gelê Kurdistanê di dirêjahiya dîrokê de ti caran li gel şer nebûye. Her tim xwestiye aştî û bihevrejiyan hebe.

Eger şer lê hatibe sepandin jî gelê Kurdistanê xwe û mafên xwe parastine.

Ev prensîbeke neguhêr e û ji baweriyeke xurt û çanda dewlemend a aştîxwazî û bihevrejiyana gelê Kurdistanê çavkaniyê digire."

"Cihê matmayînê ye"

Serok Barzanî diyar kir ku cihê mixabiniyeke mezin e ku niha şer û aloziyeke zêde li herêmê heye.

Serok Barzanî anî ziman ku niha û berê jî her tim hêviya wan ew bûye ku hemû pirsgirêk û alozî bi rêyên aştiyane werin çareserkirin û wiha pê de çû:

"Çimkî şer her tim dibe sedema wêranî û malwêraniyê.

Di vê çarçoveyê de cihê matmayîneke mezin e ku hinek kom û alî di bin navê 'muqawemeyê' (berxwedanê) û bi hincet û dirûşmên bêbingeh de êrişî cihên sivîl û binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê û baregehên Pêşmergeyan dikin.

Ev şerfiroşî û destdirêjiyeke eşkere ye li ser mafên welatiyan û seqamgîrî û asayîşa Herêma Kurdistanê."

"Bêhnfirehî jî sînorekî xwe heye"

Serok Barzanî di peyama xwe de helwesteke tund nîşanî êrişan da û wiha axivî:

"Li vir divê hemû alî baş bizanin ku bêhnfirehî jî sînorekî xwe heye.

Pêşmerge ti caran zilm û zoriyê ji ti aliyekî qebûl nekiriye.

Nabe ku ev şerfiroşî û têkdana seqamgîriya Herêma Kurdistanê û asayîşa welatiyan ji aliyê wan koman ve bidome.

Ji bo vê mebestê em bangî Hikûmeta Îraqê, Parlamentoya Îraqê û aliyên siyasî dikin.

Bi taybetî jî Çarçoveya Hevahengiyê.

Bila bi cidî bikevin ser xetê û sînorekî ji bo wan destdirêjiyan deynin.

Çimkî berdewamiya vê şerfiroşiyê dê encamên xirab bi xwe re bîne."

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de hevxemiya xwe ji bo malbat û kesûkarên şehîdên wan êrişan nîşan da û got:

"Em xelkê delal ê Kurdistanê jî piştrast dikin ku em dê bi hemû şiyanên xwe hewl bidin da ku Kurdistan ji şer û nexweşiyan dûr be.

Dê aramî, asayîş û jiyana xelkê parastî be û serkeftin her a gelê Kurdistanê be."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst