Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamevan û nivîskarê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê û herwiha Serokê Zanîngeha Efrînê di dema rêveberiya Kantona Efrînê de Dr. Ebdulmecid Şêxo ji aliyê çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê ve li Efrînê hate girtin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî yên li Efrînê ji Rûdawê re ragihandine, çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê, li bajarê Efrînê avêtine ser mala rojnamevan û nivîskarê Kurd Dr. Ebdulmecid Şêxo û ew ji mala wî derxistin û birine bajarê Ezazê, ku di bin kontrola opozisyona Sûriyê û hikûmeta Tirkiyê de ye.
Dr. Ebdulmecid Şêxo beriya dagîrkirina Efrînê ji aliyê Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ve û di dema rêveberiya Kantona Efrînê de, serokê zanîngeha Efrînê bû.
Heta niha ti zanyarî derbarê çarenûsa Dr. Ebdulmecid Şêxo de nehatiye zanîn, û nayê zanîn, ku çi bi serê wî hatiye û ji ber çi hatiye girtin.
Dr. Ebdulmecid Şêxo, di sala 1951 de li Efrînê ji dayîk bûye û di sala 1988 de li Moskow a paytexta Rûsyayê, bawerînameya xwe ya doktorayê di warê rojnamevanî de wergirtiye.
Herwiha Ebdulmecid Şêxo di sala 1973an de çûye Almanya û ji wir jî çûye Rûsya.
Gelek berhemên wî bi zimanê kurdî û erebî hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse