Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Artêşa Sûriyeyê êrişên xwe yên li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rojavayê Kurdistanê dijwar kirin, gelek kesayetên navdar ên cîhanê piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd ragihand.
Keça komedyenê efsanewî Charlie Chaplin, Jane Chaplin û lîstikvanê navdar ê Îrlandayî Timothy V. Murphy bi peyamên vîdyoyî nerazîbûn nîşanî êrişan da û xwest ku Kurd bigihêjin azadiya xwe.
Keça Charlie Chaplin: Tiştên diqewimin tirsnak in
Jane Chaplin, keça Charlie Chaplin di peyama xwe de bal kişand ser rewşa mirovî ya li herêmê û got:
"Silav, navê min Jane Chaplin e. Ez keça Charlie Chaplin im. Tiştê ku tê serê gelê Kurd tirsnak e.
Loma ez li kêleka wan disekinim û hêvî dikim ku di demeke nêzîk de azadiya xwe bi dest bixin."
#VÎDEO - Keça Charlie Chaplin: Tişta ku tê serê Kurdan tirsnak e
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 25, 2026
💢 Keça lîstikvanê efsanewî Charlie Chaplin ya bi navê Jane Chaplinê peyameke piştevaniyê ji bo Kurdan belav kir
Jane Chaplinê di peyama xwe de bal kişand ser êş û azarên Kurdan û got:
🎙️ "Tişta ku tê serê gelê… pic.twitter.com/om26QPMoPm
Aktorê Îrlandayî: Xwezî Kurdistaneke serbixwe hebûya
Aktorê Hollywoodê yê bi eslê xwe Îrlandayî Timothy V. Murphy jî peyameke dirêj û bandorker belav kir.
Murphy diyar kir ku ew wekî Îrlandayî halê Kurdan baş fêm dike û got:
"Navê min Timothy V. Murphy ye, ez Îrlandayî me û ez di piraniya şeran de her tim piştgiriya aliyê bindest dikim.
Di vê rewşê de jî, ez di têkoşîna wan a ji bo serxwebûn û herêmeke xweser a Kurdan a li Sûriyeyê piştgiriya Kurdan dikim.
Xwezî Kurdistaneke azad hebûya ku Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriye li xwe bigirta.
Xwezî Kurdistan welatekî cuda bûya, lê mixabin îro ne wisa ye."
"Kurd bi salan e tên perçiqandin"
Murphy da zanîn ku wî salên berê ji perestareke Îrlandayî ya ku li Îraqê kar dikir, behsa Kurdan bihîstiye û wê pesnê çand û mêvanperweriya Kurdan daye.
Aktorê Îrlandayî li ser zextên li ser Kurdan jî wiha got:
"Ez hêvî dikim ku ev şer raweste û aştiyek ji bo Kurdan çêbibe, ew Kurdên ku bi salan e ji aliyê Tirkan, Îraqiyan, Farisan û Sûriyeyiyan ve tên perçiqandin.
Xwezî ev rawestiyaba û Kurdistaneke azad hebûya ku divê kesî aciz neke.
Her kesê din xwedî welatekî azad e. Me (Îrlanda) 500 salan li dijî Brîtanyayê şer kir da ku em dîsa azad bibin.
Loma, ji bo hemû Kurdên ku guh didin vê serkeftinê dixwazim. Ez piştgiriya we dikim. Li xwe miqate bin."
Çi bû?
Piştî hilweşîna desthilata Beşar Esed di Kanûna Pêşîn a 2024an de û damezirandina hikûmeteke demkî, aloziyên di navbera rêveberiya nû ya Şamê û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de zêde bûn.
Civîna dawî ya di navbera Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer de li Şamê bê encam mabû.
Li gorî zanyariyan, Şamê daxwaza teslîmbûna HSDyê kiribû, lê şandeya Kurdî ev yek red kiribû.
Piştî vê yekê, Artêşa Sûriyeyê êrişî çend xalên HSDyê kir û HSDyê jî di şeva 19ê Kanûna Paşîn a 2026an de banga seferberiyê li ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê kir.
Li ser vê bangî li Başûrê Kurdistanê û Ewropayê bi hezaran Kurd daketin qadan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse