Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurdê Rojavayê Kurdistanê û sekreterê berê yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Yûsif Dîbo di 85 saliya de koça dawî kir.
Yûsif Dîbo ji sala 1957an ve karê siyasî dike û 6 caran ji aliyê hêzên emnî yên Sûriyê haiye girtin.
Sala 1974an, Dîbo ji ber karê siyasî ji hemû mafê xwe yê medenî hate mehrûmkirin û di dawiya salên 90 de dest ji karê rêxistinî berda.
Hevalê wî Salih Gedo behsa Dîbo dike û dibêje, di bin îşkencê de, wî her demê li be xwe dida û xwe teslîmî hêzên emnî yên Sûriyê nedikir û gundek li Rojavayê Kurdistanê nemaye, ku wî civîn û semînar têde çê nekiribin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse