Piştî 2 rojan devikên Bendava Ilisuyê tên girtin

Heskîf (Rûdaw) – Bajarê dîrokî Heskîf ku xwediyê dîrokek 12 hezar sal e, piştî 2 rojan bi girtina devikê Bendava Ilisuyê dê heta 2 mehan bi temamî di bin avê de bimîne. 

 

Piştî 2 rojan devikên Bendava Ilisuyê tên girtin û bajarê dîrokî Heskîf di bin avê de dimîne. Bi binavbûna Heskîfê re dê dîrokek 12 hezar sal jî binav bibe.

 

Ji bajarê Êlihê heta Kerborana Mêrdînê jî dê 196 gundên li ber Çemê Dîcleyê di binê avê de bimîne. Ev yek jiyana bi sedan cure ajalên kûvî yên Bakurê Kurdistanê jî dixe xetereyê. 

 

Ehmed Çîgcî jî yek ji gundiyê Serpirê ye. Gundê wî jî piştî demek dê di bin avê de bimîne. Destê wî ne ji gund û ne jî ji bax û bostanên wî nabe. 

 

Zirarmendê Bendava Ilisuyê Ehmed Çîgcî dibêje: “Emrê min 60 sal in. Ez li vir jiyame. Bav û kalên min li vir jiyane. Tev zarokên me li vir ji dayik bûne. Lê niha dê hemû erdê me, gundê me, zeviyên me di binê ava bendavê de bimînin. Li Heskîfa nû cih jî nadin me.”

 

Tevgera Ekolojiya Mezopotamya û Hewldana Jiyandina Heskîfê ji bo ku Heskîf di bin avê de nemîne cara dawî dengê xwe bi daxuyaniyek çapemeniyê bilind kirin. Ew dibêjin bendav dê zirareke mezin bide bi sedan cure ajalên kûvî û xelkê Iraqê jî. 

 

Derbarê vê yekê de Endamê Tevgera Ekolojiya Mezopotamya Nejdet Sezgîn wiha axivî: “Ava ku diherike Iraqê dê ji sedî 50 zêdetir kêm bibe. Dema ku herikîna avê kêm bibe dê bandoreke neyînî li ser hemû giyaneweran bike. Ew dê bandoreke neyînî li ser tenduristiya mirovan û li ser tenduristiya ajalên din jî bike.”

 

Ligel çalakgerên ekolojiyê parlamenter û hevaredarên Êlihê jî li Heskîfê amade bûn. Li gorî siyasetmedaran dewlet dixwaze bi zanebûn dîroka kurdan binav bike. 

 

Parlamentera HDPê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî got: “Hikûmeta AKPê di daxuyaniya xwe de digot ew dê li Heskîfê muzeya servekirî çêkin. Jixwe Heskîf muzeya servekirî bû. Lê em îro dibînin ku dujminatiya dîroka Kurdan dikin. Dujminatî ne tenê şerê fızîkî ye. Dujminatiya dîroka Kurd û Kurdistanê dikin. Dixwazin bi her awayî çand û dîrok û hunera kurdan bi Heskîfê re wenda bikin.”

 

Gelek geştiyar ji bo ku cara dawî Heskîfê bibînin ji gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berê xwe dan Heskîfê. Kê dizane belkî ev selfiya wan a dawî be ku dikişînin û weke bîranînek tomar dikin.