Geştyaran Amed ji xwe re kir wargeh: ‘Amed nêzîkî Zaxoyê ye’
Amed (Rûdaw) – Parêzgeha Amedê yê Bakurê Kurdistanê di bêhnvedana Cejna Qurbanê de yek ji navendên sereke yê geştyariyê bû.
Ji gelek bajarên Tirkiyeyê qefle bi qefle geştyar hatin serdana Amedê.
Hejmareke zêde ya geştyaran jî yên bajarên Bakurê Kurdistanê ne û geştyariyeke navxweyî dikin.
Ji Zaxoyê heta Wanê, ji Rihayê heta bajarên Stenbol, Antalya û Enqereyê navnîşana gelek geştyaran Amed bû.
Pira Dehderî ya Amedê ku li ser Çemê Dîcleyê ye, yek ji rawestgeha geştyaran e.
Di rojên bêhnvedanê de li ser vê pirê govend û reqs kêm nabe.
Pira dîrokî bi kevnariya xwe bûye xemla bajêr lê bi govendgeriya xwe jî bûye sembola çandî.
Mizgefta Mezin a Amedê jî yek ji cihên herî navdar e.
Geştyarên ku tên serdana Amedê berê xwe didin vê derê.
Her geştyarek bi sedemeke cuda bê Amedê jî sedemeke wan a hevpar jî heye; xwarina kezeba Amedê ango cîger.
Arzu Jumayevaya ku ji Stenbolê hatiye anî ziman:
“Gotin heta ku te li Diyarbekirê cîger nexwar, nebêje min cîger xwariye.
Ji ber vê yekê ez dê niha biçim bixwim. Em dê binêrin ka çawa ye.”
Eda Agirsoya ku ji Edeneyê hatiye jî da zanîn:
“Em ji Edeneyê tên, ji ber cejnê hatin.
Me got em di cejnê de biçin Diyarbekir, Mêrdîn û Rihayê. Me pir jê hez kir.
Hewa gelekî germ e lê mirovên wê jî pir xwîngerm in.
Me ev der meraq dikir, em hatin, me dît. Gelekî xweşik e. Dîrokeke wê ya bêhempa heye.”
Lara Îldanê jî li ser bajarê Amedê anî ziman:
“Me ji vir pir hez kir. Cara yekem e ez têm.
Me pir jê hez kir, cihekî pir xweş e. Ez ji Stenbolê têm, bi malbata xwe re hatim.”
Ji bajarê Wanê heta Erziromê, ji Meletiyê heta Rihayê, ji Qersê heta Zaxoyê Kurdên ji derveyî Amedê jî qesta hatina vî bajarê dîrokî dikin.
“Amed cihekî nêzik e ji bo Zaxoyê”
Mîhrîmaha ku ji Wanê hatiye Amedê got:
“Em ji Wanê, ji Elbakê ne lê em li Stenbolê rûdinên li gel malbata xwe.
Em qet nehatibûn van deran. Me gelekî meraq dikir. Me got em bên bibînin. Em hatin gelekî ciwan e, gelekî jî xweş e.”
Zehra Demîra ji Wanê jî anî ziman:
“Em çûne ser Pira Dehderî, gelekî xweş bû.
Piçekî em li ser reqisîn. Em dizanin bireqisin jî. Em Kurmanc in, em ji Wanê ne.”
Yûnis Evbdulhadiyê Zaxoyî yê ku ji Başûrê Kurdistanê hatiye jî da zanîn:
“Ez ji Zaxoyê hatime. Em ji bo geryanê hatine. Xweşiya Amedê zaf heye.
Ne hewce ye, ber nakeve tu ji xwe re biçî cihekî dûr. Amed cihekî nêzik e ji bo Zaxoyê.”
Omerê ji Zaxoyê jî got:
“Ez xelkê Zaxoyê me hatime Amedê. Ji bo cejnê hatim.
Ev der gelekî xweş e. Cîgera wê xweş e, beqleweya wê xweş e.
Cihekî folklorîk e. Diyarbekir gelekî xweş e.”
Geştyarên navxwe û yên derve ne tenê qesta Amedê qesta Mêrdîn, Riha û Dîlokê jî dikin.
Ev çend bajarên Bakurê Kurdistanê êdî bûne navendên sereke yên geştyariyê.
Piştî bêhnvedana cejnê dê saziyên pêwendîdar ên geştyariyê hejmara geştyarên ku serdana Amedê kirine eşkere bikin.