Amed (Rûdaw) - Akademîsyen Vahap Coşkun ji Rûdawê re got, “Piştî danîna çekan dê di qada siyasî de têkoşîneke mezin dest pê bike çimkî daxwazên Kurdan hene û ev daxwaz berdewam dikin.”
Di van rojên ku mijar “çekdanîn” e de çav li benda gavên PKK û dewletê yên ji bo çareseriyê ne.
Akademîsyen Vahap Coşkun li ser mijarê ji Nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak re axivî.
Vahap Coşkun diyar kir ku “Her du alî (dewlet û PKK) jî dibêjin pêvajo baş bi pêş ve diçe” û amaje pê kir ku gava herî mezin çekdanîn e û got:
“PKK dê roja înê bi awayekî sembolîk çekên xwe deyne, ez bawer dikin ji vê saetê û bi şûn ve pêvajo hinekî din bi lez berdewam bike çimkî divê piştî vê gavê gelek gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin.”
Akademîsyen Coşkun diyar kir dewlet û PKK navên cuda li pêvajoyê dikin û ev navlêkirinên cuda nakokî ne û got, “Lê li gorî texmîna min her du alî li ser mijara nav zêde ranawestin, lihevkirineke wan heye.”
“Ev pêvajo gelekî cuda ye”
Vahap Coşkun daxuayand “Ev pêvajo gelekî cuda ye” û berdewam kir:
“Vê carê MHP di nav de ye, tewr bi destê wê dest pê kir.
Ev derfeteke gelekî mezin e çimkî MHP û nijadpersetên Tirkan ji 1990î ve li dijî bûn ku pirsgirêka Kurdan bi rêyên demokratîk were çareserkin.
Li aliyê din, li Parlamentoyê jî mutabeqeteke gelekî mezin heye. Eger hûn ÎYÎ Partiyê ji nav derxin, partiyên din giş piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Ev jî derfeteke mezin e çimkî eger hûn qanûnên nû çêbikin dê ev piştgirî girîng e.”
Coşkun da zanîn ku aktorên herêmî yên wekî Îran, Îraq û Sûriyeyê jî vê carê piştgiriyê didin pêvajoyê û ev jî derfeteke baş e.
Li gorî pêşbiniya wî, çêkdanîn dê di nava 3-5 mehan de biqede û piştî vê yekê dê gavên girîng ên wekî avakirina komîsyonekê bên avêtin.
Piştgirî û tirs
Maşallah Dekak destnîşan kir ku Kurd zêdetir piştgiriyê didin pêvajoyê lê tirsên wan jî hene.
Vahap Coşkun jî piştrast kir ku piştigiriya Kurdan zêdetir e û li pey çû:
“Ev pirs heye û tişyekî meşrû ye jî çimkî gelek kes dibêjin pirsgirêka Kurdan ne tenê çek e û daxwazên Kurdan jî hene.
Ji bo vê jî divê hikûmet amadehiyekê bike lê me heta niha ev amadehî nediye.”
Li gorî Coşkun, “Piştî danîna çekan dê di qada siyasî de têkoşîneke mezin dest pê bike” çimkî daxwazên Kurdan hene û ev daxwaz berdewam dikin.
Wî anî zimên ku Kurd mafên xwe yên wekî “mafê ziman, welatîbûna wekhev û birêvebiriya herêmî” dixwazin û piştî ku meha çiriya pêşîn parlamento vebe dê têkoşîneke mezin dest pê bike.
Vahap Coşkun diyar kir, hikûmeta heta niha nîşan nedaye ku ji bo dayîna van mafan amade ye lê ji bo pirsgirêk bi rêya demokrasiyê were çareserkirin divê ev maf bibin rojev.
Li gorî Coşkun, ji bo gel piştgiriyê bide pêvajoyê divê partiyên aktor alîgirên xwe razî bikin û ji wan re qala pêvajoyê bikin lê ev ne bes e û divê gav bên avêtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse