Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayanê eşkere kir ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene ku rewşa 335 girtiyan giran e.
Dîlan Kunt Ayanê îro li Parlamentoya Tirkieyê li ser rewşa girtiyên nexweş konferanseke rojnamegeriyê saz kir û xwest girtiyên nexweş bên berdan.
Parlamentera DEM Partiyê da zanîn ku yek ji pirsgirêkên mezin ên girtîgehan rewşa girtiyên nexweş e.
Dîlan Kunt Ayanê amaje bi hejmara girtiyên nexweş jî kir û got:
“Li Tirkiyeyê herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene.
Ji van girtiyan rewşa 335 girtiyan giran e. 230 girtiyên nexweş nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe berdewam bikin.
Pêwîstiya 105 girtiyan jî bi piştgiriya berdewan heye. Cihê girtiyên nexweş ne girtîgeh in nexweşxane ne.
Divê girtiyên nexweş bi lez bêne berdan.”
Tê çaverêkirin di pêvajoya çareseriya Pirsgirêka Kurdan de wekî pêngava yekem girtiyên nexweş bên azadkirin.
DEM Partî û rêxistinên medenî her tim meseleya rewşa girtiyên nexweş tînin rojevê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse