Dilê 232 şervanan bi malbatên wan şa bû

40 xulek berê
Vîviyan Fetah
Dema ku dîl û malbatên xwe hev hembêz dikin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Dema ku dîl û malbatên xwe hev hembêz dikin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Şervan HSD Dîl Veger Kadıköy Belediye Başkanı Şerdil Dara Odabaşı
A+ A-

Hisîça (Rûdaw) - Bendemayîneke dûvdirêj û zehmet bi dawî bû û dilê 232 malbatên li Rojavayê Kurdistanê şa bû û çavê wan li rê nema.

Şervanê Kurd Eymen Mihemed Emîn, piştî 3 meh û 20 rojan gihişt her du zarokên xwe.

Eymen Mihemed Emîn got, "Min gelekî bêriya keça xwe ya biçûk kiribû."

Dayîka dîlekî jî got, "Şikir ji Xwedê re lê kêfa me nagihe serî heta ku hemû neyên û yên din serbest nebin."

Amar

Di wî şerê dawiya sala borî û destpêka îsal de ku di navbera HSD û hikumeta demkî ya Şamê de qewimî, li gorî amarên Fermandariya HSDyê 1070 endamên wan li cem hikumetê dîl bûn.

Yên ku zarokên wan hîn nehatine, xwe diavêjin bextê wan dîlên ku serbest hatine berdan.

Ew ji wan dipirsin: "Gelo we kurê me jî nedît? Ma ne bi we re bû di zîndanê de?"

Raman Mihyedînê ku hatiye berdan got, "Me zanîbû ku Kurd pişta me bernadin lê serederiya wan ne baş bû."

Çav li rêya dîlên mayî ne

Heta niha ne hikumetê û ne jî HSDyê hejmara wan kesên ku di zîndanan de mane eşkere nekiriye.

Lê çavê bi dehan malbatên Kurd ji Dêrikê heta Efrînê hîn jî li rêyan e û ew li benda nûçeyeke xêrê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst