Tirkiye li Deriyê Îbrahîm Xelîl pireke mezin vedike

08-08-2017
Nasir Elî
Nîşan Deriyê Îbrahîm Xelîl Tirkiye Giştpirsî Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Di demekê de mijara giştpirsiya Başûrê Kurdistanê û egera girtina deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê di rojevê de ye, biryare di demekê nêzîk de di navbera Başûr û Bakûrê Kurdistanê de, li Deriyê Îbrahîm Xelîl û Xabûrê, pireke mezin ji bo bazirganiyê were vekirin.

 

Hefteya derbasbûyî Konsulê Tirkiyê li Hewlêrê serdana vê pirê kir û daxwaz kir, ku karên wî zû werin temamkirin. Rêveberiya Gumriga Îbrahîm Xelîl jî dibêje, di nava 2 mehan de dê ev pir ji çûnûhatinê re were vekirin.

 

Deriyê Îbrahîm Xelîl û Xabûrê, deriyê herî mezin e di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de . niha gelek kes vê pirsê dikin; “Gelo ji ber giştpirsiya 25ê Îlonê, dê Tirkiye vê deriyê bigre, ku rojane bi vê deriyê re alogoreke mezin a bazirganiyê tê kirin.

 

Lê pêngavên Tirkiyê yên bi pratîkî, berovajiyê van nêrînan nîşan didin. Plana mezinkirina vê deriyê heye û niha Tirkiye kar dike ku pira herî mezin li Îbrahîm Xelîl veke.

 

Rêveberê Gûmriga Îbrahîm Xelîl Ferset Mihemmed Elî di vê mijarê de got: “Zêdetirê salekê ye dest bi çêkirina vê pirê hatiye kirin. Niha hinek karên sererastkirinê mane û di nava 2 heyvan de dê were vekirin.”

 

Ferset Mihemed Elî behsa giringiya vê pirê kir û diyar kir: “Heta niha tenê du pir hebûn û her du jî yek rê bûn. Pira nû du rê ne û pehnahiya her rêyê 30 metre ye. Ev jî dê bibe pira herî mezin a li Deriyê Îbrahîm Xelîlê. Ji bo bihêzkirina pêwendiyên aborî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de dê sûdekî mezin bide.”

 

Derbarê xerca çêkirina pirê de Elî dide zanîn, ku nîvê xercan ji kîsê Herêma Kurdistanê û nîvê din jî ya hikûmeta Tirkiyê ye.

 

Ferset Mihemed Elî herwiha got: “Hefteya derbasbûyî Konsulê Tirkiyê li Hewlêrê dûrê çavên medyayan serdana vê pirê kir, daxwaz kir, ku karên pirê di demekê zû de werin bidawîkirin.”

 

Derbarê alogora bazirganî ya piştî desnîşankirina roja giştpirsiyê jî Rêveberê Gûmriga Îbrahîm Xelîl Ferset Mihemmed Elî da xuyakirin: “Ti guhertinek di hawirdekirina kelûpelên bazirganiyê de nebûye. Herweke berî bazirganên Tirkiye hewl didin kelûpelên xwe bi rêya Îbrahîm Xelîlê bişînin Başûrê Kurdistanê û Iraqê, niha bileztir dixwazin kelûpelên xwe bigihînin Mûsilê.”

 

Deriyê Îbrahîm Xelîl li navçeya Zaxoyê ye û 60 kîlometre li bakûrê rojavayê Duhokê ye. Herwiha 114 kîlometre ji navenda bajarê Mûsilê dûr e.

 

Serokê Jûra Bazirganiyê ya Duhokê Eyad Hesen yek ji wan kesan bû, li gel Konsulê Tirkiyê serdana Deriyê Îbrahîm Xelîl kir û behsa giringa vê pirê kir û got: “Me ji Konsûlê Tirkiyê pirs kir, çima ev hinde mesref li vê pirê kirine, ji ber ku dibêjin Tirkiye dê deriyên xwe li gel Başûrê Kurdistanê bigre? Ew jî kenî û got, kî van gotinan dibêje? Ma ev ne deriyeke nû ye? Berovajî, piştî giştpirsiyê emê deriyeke nû vekin. Ji be rem bi çavekî mezin li vir dinerin. Kurdistan ji me re pir giring e.”

 

Eyad Hsen balkişande ser wê yekê ku hê jî bi dehan kompanyayên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê kar dikin û got: “Herwiha bi dehan kargeh û kompanyayên li Dîlokê (Entabê) kar dikin, ji sedî 100 berhemên wan hawirdeyê Başûrê Kurdistanê dibe. Lewma Tirkiye sînorên xwe nagre, berovajî hewl dide karê bazirganî zêdetir bike. Di çend rojên derbasbûyî de bi dehan bazirganên Tirkiyê hewldan nivîsîngeha xwe li Mûsilê vekin da kud estê wan di avakirina vî bajarî de hebe.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst