Hewlêr (Rûdaw) - Serok û Pîrê Cemxaneya Dêrsimê Ali Ekber Yurt ragihand, serdana Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a bo cemxaneyê hêja ye û erênî dibînin.
Recep Tayyip Erdogan, roja 8ê Temûzê li Enqerê serdana Cemxaneya Huseyin Gazi dike û bi pîrên Elewiyan ên ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê re hevdîtin dike. Lê gelek pîrên Elewiyan vexwendina beşdariya serdana Erdogan red kirin.
Serok û Pîrê Cemxaneya Dêrsimê Ali Ekber Yurt ji Rûdawê re got: “Serdaneke di asta serokkomariyê de bo cemxaneyê li gor min girîng e. Bi taybetî ji roja avakirina komarê ve Elewî ji bo baweriya xwe rûbirûyê pirsgirêkan bûn. Em ji wan re dibêjin Elewî wek zarokê damariyê tên dîtin. Dewlet bi rêyên alternatîf piştgiriya cemxaneyan dike, lê ez vêya weke `bi ava kişandî aş nazivire` dinirxînim. Di rewşa niha de Dadgeha Ewropa biryarek daye, ku Tirkiyê divê pabendî wê biryarê be. Eger hikûmet îro wê biryarê cîbicî bike dê pirsgirêkên Elewiyan çareser bibin û piraniya pêwîstiyên wan bên dabînkirin. Biryar çiqas derneg bê cîbicîkirin berpirsiyarên li ser Tirkiyê jî zêde dibin. Elewî ji ber qirkirinên berê ewqas zû ditirsin û paş de diçin. Elewî êdî naxwazin ji ber nasname û baweriya xwe bêne qirkirin.”
Di 30ê Tîrmehê de li Enqerê li dijî Cemxaneya Şahê Merdan, Cemxaneya Batikent Serçeşme, Cemxaneya Tuzluçayır Ana Fatma, Weqfa Elewiyên Bektaşî ya Tirkmenan û Komeleya Gundê Gokçebelê êrîş pêk hatin.
Ji 3 kesên ku di lêpirsîna êrîşan de hatibûn desteserkirin 1 kes hat girtin û 2 jê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Herwiha 6ê Tebaxê jî Serokê Cemxaneya Stenbol-Kartalê û Serokê duyemîn yê Federasyona Weqfên Elewiyan Selamî Saritaş li ber deriyê mala xwe rastî êrîşa kesên nasnameya wan nediyar hat.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse