Rêbwar Talebanî ji Parlamentoya Iraqê xwest rewşa Kerkûkê were asayîkirin

08-10-2018
RÛDAW
Daxwaziyek pêşkeşî serokê Parlamentoya Iraqê û cigîrên wî û herwiha endamên parlamentoyê hat kirin.
Daxwaziyek pêşkeşî serokê Parlamentoya Iraqê û cigîrên wî û herwiha endamên parlamentoyê hat kirin.
Nîşan Rêbwar Talebanî Kerkûk Parlamentoya Iraqê Rewş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Encûmena parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî di civîneke rojnamevaniyê de daxwaz ji Parlamentoya Kurdistanê kir ku hewla asayîkirina rewşa Kerkûkê bikin û got, her kesekî ku li parêzgeha Kerkûkê beşdarî rewşa pêvajoya 16ê Cotmehê û piştî wê pêvajoyê bûne, divê were sizakirin.

 

Rêbwar Talebanî herwiha di civînê de di derbarê rewşa Kerkûkê de daxwaziyek pêşkeşî serokê Parlamentoya Iraqê û cîgirên wî û herwiha endamên parlamentoyê kir û got: “Di meha 12ê sala 2017a de min ji serokwezîrê wê demê yê Iraqê daxwaz kirk u rewşa Kerkûkê asayî bike, lê mixabin ti bersivek neda. Dubare min heman yadaşt pêşkeşî serokomar û cîgirên wî û serokê parlamentoyê û cîgirên wî kîr, bi heman şêweyî wan ti bersivek neda.”

 

Serokê Encûmena parêzgeha Kerkûkê da xuyakirin, ku serokwezîrê berê yê Iraqê bi binpêkirina madeya 9em ya destûra Iraqê, careke din wek rejîma Beisê hêza leşkerî ji bo yekalîkirina derfetên siyasî bikar anî.

 

Rêbwar Talebanî dazanîn, ku piştî bûyerên 16 cotmehê nameyek ji dadgeha federalî re şand di derbarê rewşa Kerkûkê de lê ew dadgeh heta niha jî bê helwest e.

 

Talebanî herwiha bal kişand ser guhertina demografî û erebkirina Kerkûkê û tekez kir, ku dam û dezgehên leşkerî yên Hikumeta Federal bi hevkariya serokwezîr û hinek wezîrên li gel rêveberiya Kerkûkê, dubare hewl dan demografiya bajêr biguherînin, ku Seddam Husên 35 salan nikarîbû ev yek bikira.

 

Serokê encûmenê destnîşan kir ku di encama kareseta sala derbasbûyî bi ser Kerkûkê de hat, bi sedan kes hatin kuştin û şehîdkirin û 150 hezar kes jî awareyî Herêma Kurdistanê bûn û got, heta niha 30 rêveber ji Kerkûkê hatin dûrxistin û mal û baregehên partî û kesayetiyên taybet li nav bajarê Kerkûkê veguherandin baregehên serbazî.

 

Rêbwar Talebanî ji bo ku rewşa Kerkûkê hîn xerab nebe û ew rewş were asayîkirin, çend daxwaz pêşkeşî encûmena nûneran a Iraqê û endamên Parlamentoya Iraqê kir:

 

1- Nehîştina hebûna leşkerî, ku heta niha di nav bajêr de ne û her kesekî ku beşdarî pêvajoya rewşa 16ê Cotmehê û piştî 16ê Cotmehê bûne, were sizakirin.

 

2- Em dixwazin di karkirina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de xwedî rol bin, ji bo ku em wan karên xwe cîbicî bikin.

 

3- Divê dosyeya ewlehiyê jib o desthilatiya sivîl were radestkirin.

 

4- Hemû ew biryar û rêkarên li Kerkûkê ji aliyê rêveberiya niha ya Kerkûkê ve hatine derxistin, bila werin rawestandin û hilweşandin û  damûdezgeh bi rêya paqijkirin, reqabe û têkoşîna teror û dijterorê zextan cîbicî dikin, bi ser malan de digirin û xelkê digirin.

 

5- Qerebûkirina maddî û manewî ya tevahiya ew kesên ku di rûdanên 16ê Cotmehê û piştî Cotmehê de zirar gihîştine wan.

 

Di 25ê Îlona 2017ê de referanduma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê hatibû birêvebirin. Di 16ê Cotmeha wê salê de jî hêzên Iraqê li gel Heşdî Şeibî êrîşê ser Kerkûkê kiribû. Piştî vê êrîşê Parêzgarê Kerkûkê yê li ser pişka YNKê Necmedîn Kerîm, serokê encûmenê yê li ser pişka Yekgirtû Rêbiwar Talebanî û endamên encûmena parêzgehê penahiyê Hewlêrê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst